Zanîngeha Rojava bi merasîmekê hat vekirin
Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê bi merasîmekê hat vekirin. Zanîngeh wê ji fakulteyên Petrolê, Petrokîmya, Zîreet, Perwerde, Ziman û Wêjeyê pêk were.
Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê bi merasîmekê hat vekirin. Zanîngeh wê ji fakulteyên Petrolê, Petrokîmya, Zîreet, Perwerde, Ziman û Wêjeyê pêk were.
Hevserokên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Abdulkerîm Sarûhan û Hayfa Arabo, Hevserokên Federasyona Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selîm û Hediye Yûsiv, Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Cizîrê Hekîm Xelo û gelek rayedar beşdarî merasîmê bûn.
Hediye Yûsiv di destpêkê de axivî û destnîşan kir, ku li vê axa her roj şehîd tê dayîn vebûna zanîngehekê, ji bo ronakbîriya civakî, yekîtiya demokratîk û afirandina civakeke bi hev re di nava xwişk-biratiyê de dijî, gelekî girîng e.
Yûsiv da zanîn, ku her roj ciwan li eniyên berxwedanê jiyana xwe ji dest dane û li ser nirxên ji aliyê wan ve hatine afirandin, ew vê zanîngehê vedikin. Yûsiv got, armanca zanîngehê afirandina zîhniyeteke nû, rewşeke nû ya civakî, çandeke nû ya demokrasiyê û çandeke nû ya jiyana bi hev re ya gelan e. Hediye Yûsiv diyar kir, armanca wan a bingehîn ew e ku civakeke demokratîk bafirînin û vê yekê ji tevahiya herêmê re bikin mînak.