Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê li ser pêşniyara Wezareta Perwedeya Netewî, bi armanca çêkirina mamostayan di binya Çiqê Zanîsta Enstîtuya Çand û Zimanê Kurdî ya Zimanên Dijîn yên Tirkiyeyê di hînbûna sala 2012-2013’an de ji bo girtina 500 xwendekarên xwediyê Lîsansa Bilind îlan hate vekirin. Berendamên ku di programa yek salî de mezûn bibin, dê weke mamostayên Kurdî bêne tayîn kirin.
Dê mezûnên beşê mamostatiya Ziman û Wêjeya Tirkî, Zanistên Civakî û Tirkî, Fakulteyên Wêjeya Zanyarî (Fen), Wêje û Zimanê Tirkî, her wiha Zaravayên Tirkan yên Hemden bikarin serlêdan bikin.
Di berendaman de ji pûanên wêjeyî yên ALES herî kêm 55, herî kêm note lîsansa wî herî kêm 60 be û her wiha merce ku ji Zimanên Kurdî zaravayekî Kirmancî û Zazakî bizane. Perwerde dê têkeliya ji van her du zaravayan bê dayîn.
Serlêdana vê programê dê di 27’ê Tîrmehê bidawî bibin, qeyt dê di 6-31’ê Tebaxa 2012’an were pêkanîn.
Li gorî hêjmara serlêdanê dê di sala 2013’an de 500 kes bêne hilgirtin.