Zagros: Serketin wê ya xeta Rêber Apo be

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros komploya navneteweyî şermezar kir û got, "Serketin wê ya gelê kurd, jinên Kurd û xeta Rêber Apo be."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zaxo Zagros komploya navneteweyî şermezar kir û got, "Serketin wê ya gelê kurd, jinên Kurd û xeta Rêber Apo be."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zaxo Zagros di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û li ser mijarên di rojevê de ne daxuyaniyên girîng da.

Zagros, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîl girtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got;  "Ev 17 sal in di ser komploya navneteweyî re derbas bû û dikeve sala 18'an. Hemû hêzên cihê xwe di nava komploya li derveyî exlaqê mirovahiyê de girtine, ku ji bo tarîkirina pêşeroja gelê me tevgeriya ne, em hemûyan şermezar dikin. Hemû hevrêyên ji bo pûçkirina vê komployê li dora Rêber Apo xelekek ji agir çêkirine û feda kirin bibîr tînin û di şexsê wan de hemû lehengên li Cizîr, Silopiya, Sûr, hemû qadên xweseriyê û têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dane, bi mindarî bibîr tînin."

'RÊBER APO LI NAVÊ HEMÛ GELAN ŞEREKÎ HÊMBA YÊ JI BO JIYANÊ MEŞAND'

Zagros bal kişand ser zext û zordariya hêzên desthilatdar ên di nava 17 salên dawî de li hemberî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine û ev nirxandin kir: "Mirov dikare bêje; di nava vê dema bihurî de bi qanûnek û kiryareke taybet re li hember Rêber APO şer hat meşandin. Lewma ev 17 salên bihurî di dîroka tevgera me û gelê me de xwedî cihekî cuda ye. Lê belê li hemberî van hemû, di vê pêvajoya derbasbûyî de li ser navê hemû gelên bindest û gelên azadîxwaz û wekhev Rêber Apo şerekî jiyanê û berxwedaneke mezin meşandin. Li ser navê hemû jinan Rêber Apo di demê herî zor û zehmet de, weke di duhdirê zîndanê de zîndan bi her awayî ji bo azadiya gelan, jinan û hemû mirovahiyê tekoşînek bêhempa da meşandin."

'ARMANCA KOMPLOYÊ TÊKBIRINA NASNAMEYA KURDÊ AZAD Û TÊKOŞÎNA JINÊ BÛ'

Zagros da xuyakirin, ku hêzên komploger bi revadin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwestin gelek armancan pêk bînin û got, "Yek ji hedefa sereke jî têkbirina nasnameya Kurdê azad bû, ku roj bi roj li Kurdistanê bi cih dibû û reh berdida nava tevahiya Kurdistanê. Armanceke din a komployê têk birina têkoşîna jinê bû, ku li Kurdistanê bi awayekî şênber di nava civaka Kurd de rê li ber guhertinên cidî vekir. Ji bo civakê careke din di nava koletî û paşverûtiyê de bifetisîne ev komplo hat kirin. Ya herî girîng jî tesfiyekirna Tevgera Azadiyê bû, ku li Rojhilata Navîn bûye hêviya azadiyê, hêviya jiyaneke nû. Di roja îro de mirov dikarin bi rehetî bêjin; berxwedana gelê me ya li Cizîra Botan, Amed, Rojavayê Kurdistanê û her devera Kurd lê dijîn nîşan dide ku komployê nekariye vîna gelê Kurd bişîne, xeta xiyanetê ya dixwestin li ser gelê Kurd ferz bikin, nikariye bi ser bikeve. Gelê Kurd gihaştiye wê radeyê, ku ji bo statuya xwe ya siyasî, mafên xwe û jiyaneke azad bi her awayî lehengiyê dide ber çavên xwe û bêyî dudiliyê bijî bi her rengî fedekariyê dike. Pêwendiya vê yekê bi binketina komployê re heye."

Zagros diyar kir, ku bi komployê re hat xwestin Kurdekî vîna xwe firotî, kesayeta xwe firotî û Kurdekî xiyanet li xwe kiriye bê afirandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kurdekî ji her kesî re leşker, lê belê dijminê xwe ye. Kurdekî ku teslîmiyetê qebûl dike û bi her awayî tirsê dijî. Lê belê em di rastiya Kobanê, Cizîr, Silopiya, Amedê, Nisêbînê û her wiha rastiya ku îro derketî holê, em dibînin ev xeta Kurdê azad a ku Rêber APO nûnertiya wê dikir, îro li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de her wiha li her çar parçên Kurdistanê ye. Heta îro di nava gelê Ereb, Turkmen, Suryan de, li tevayî cîhanê balav dibe. Yanî ev dide diyarkirin ku ev hêzên komploger di nava van 17’ salan de armancên ku dixwestin pêkbînin, bi ser nexistin e. Eger îro gelê me li hemberî tank, top û li hember hemû rengê wehşetê, şerê taybet, cûnta AKP’ê, faşîzma AKP'ê û DAIŞ'ê li ber xwe dide, ev dide diyarkirin ku armanca komployê bi ser neketiye. 

'APO'YÎ ÊDÎ LI ROJHILATA NAVÎN BÛYE XETEKE JIYANÊ'

Di salvegera 17. a komploya navneteweyî de bêguman weke tevger me berdêl dan. Bê guman gelek şehîdên me çêbûn û berxwdaniyek mezin hate meşandin û zor û zehmetî jî me derbas kirin. Lê belê îro rastiya ku derketî holê, Apoyî ku îro derketî holê, di Rojhilata Navîn de êdî bûye weke xetek a jiyanê. Êdî bûye hêviyek nû û deriyek nû ji her kesê/î re vekiriye. Nexşerêyekê nû ji bo jiyan her kesê/î re vekiriye. Îro her kes mecbûr bûye ku qebûl bike xeta Apoyî li Kurdistanê bi her awayî li hemberî hemû rengê zilm û zordairyê li ber xwe dide û bûye hêvî ji bo hemû gelan. Rastiyek wisa derketiye holê 'bê Rêber APO, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, bê pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Rojhilata Navîn nayê çareserkirin, bê pirsgirêkên Rojhilata Navîn, pirsgirêkên gerdûnê nayên çarserkirin'. 

'GELÊ KURD JI HÊZEKE DIHAT BIKARANÎN VEGUHERÎ HÊZEKE STRATEJÎ'

Îro gelê Kurd ji hêzekê ku bi her awayî dihat bikaranîn, bûye hêzekê stratejî. Ev hemû encamê sekna bi rûmet ya 17'an ku Rêber Apo nîşan da. Her wiha Kurdê azad û jina azad a ku Rêber Apo bi keda xwe û tekoşîna xwe afirandî, ev hemû encama wê ne. Bê guman komplo bi her awayî têk neçûye, gelek aliyên wê hatine têkbirin. Lê belê mirov dikare bêje; ger em sîstema Îmrali têk bibin û hilweşînin em ê wê demê karibin bêjin komplo bi her awayî pûç bûye. Ji ber vê jî erkekî li li pêşiya me weke gel, jinên Kurd, mirovên yên demokrasi û azadiyê dixwazin. Eger em dixwazin vana hemû pêk werin. Pêwîste beriya her tiştî sîstema Îmraliyê ji holê rakin. Bi girtina Rêber Apo re ev şer hat destpêkirin. Aştiya vî şerî jî bi hilweşandina sîstema Îmraliyê wê çêbibe. Garantiya wê bi vê re derbas dibe û garantiya wê bi vê ve girêdayî ye. Bi salvegera 17. a vê roja reş, roja ku dixwestin ku pêeşroja gelê Kurd bi tarîtiyê, bindestiyê, koletiyê bi dawî bikin. Li hemberî vê, îro weke gelê Kurd û tevgera azadiyê mirov dikare bêje; ji her awayî zêdetir em xwedî quwetekê siyasî ne, leşkerîne û hem jî em xwedan quwetekî ku tevayî herêmê bandor bikin."

'2016 WÊ BIBE SALA TOLHILDANÊ'

Zagros di dawiya axaftina xwe de got; "Em di wê baweriyê dene, çawa ku tevgera me, gelê me û çawa ku sekna bi rûmeta ya Rêber Apo heta niha gelek astengihên mezin, gelek komployên mezin û gelek planên mezin  pûç kir wê faşîzma AKP û DAIŞ'ê jî têk bibe. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin; 2016’ ji bo me weke tevger wê sala tolhiladana mezin be, wê sala 2016 sala ku em ji bo tevayî êrîşên ku li gelê me hatin kirin, ji bo tevayî şehîdên ku di tekoşîna xweseriya demokratîk de hatin dayîn, rabin ser piyan Li hemberî van hemûyan wê bibe salek ku bi rastî em bikaribin vê komplo bi her awayî têk bibin.  Li ser vê esasê ew soza ku me dayî gelê xwe, Rêbertiya xwe û şehîdên xwe em carek din nû dikin û em dibêjin serketin wê ya gelê Kurd, jinên Kurd û serketin wê ya xeta Rêber Apo be.”

...