Zagros: Çanda Mazlûm, Kemal û Xeyriyan komplo pûç kir

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku dikeve sala xwe ya 18'an, raperînên Kurdan ên dîrokî û armanca berxwedana xweseriya demokratîk ji ANF'ê re nirxand.

Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku dikeve sala xwe ya 18'an, raperînên Kurdan ên dîrokî û armanca berxwedana xweseriya demokratîk ji ANF'ê re nirxand. Zagros berxwedana li Bakurê Kurdistanê silav kir û got, "Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahiya mirovahiyê ye."

Zagros, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka gelê Kurd û hişmendiya desthilatdaran û wiha got: "Yek ji gelên herî qedîm ên li ser xaka Mezopotamya dijî gelê Kurd e. Ji bo jiyaneke wekhev bijî, xwedî ked û hewldaneke mezin e.  Di roja îro de jî, Rêberê APO tekoşîna vejînê dide. Rêber APO bi têkoşîna xwe ya bîrdozî paradîgma û felsefeyeke jiyanê ji bo gelê Kurd û hemû gelên aştîxwaz, afirand. Belê ev mîlad ji bo fikrekî nû û li ser bingeha jiyaneke azad li ser vê xaka pîroz destpêkirin şenseke mezin e. Ji xwe li ser gelê Kurd komplo ji destpêka îsyanên ku li Kurdistanê rû dan, heta roj îro bi rengekî faşîst û bi hişmediyek nîjadperest didin meşandin.  Ji ber ku li gor xeyalên wan gelê Kurd çand, ziman, nasname, hebûna û navê xwe divê ji bîr bikin e. Di heman demê de gelê Kurd ji bîr kiriye ku êdî carek din weke gel bêje ez ji bo hebûna xwe têkoşînê bikim. Yek jî li gor wan êdî gelê Kurd tenê dikare xwe weke Ereb, Fars û Tirk bide nasîn. Dibe ku ev di encamê hişmendiya qirkirin û komkujiyên ku li ser gel dan meşandin, heya asteke pêk hat. Lê belê Rêber APO, ev atmosfer guhert, jiyan, felsefe û çandek nû afirand. Felsefeya ku hatî afirandin li her çar parçeyên Kurdistanê, bê ku pirsgirêka gelê Kurd çareser be, nemumkune pirsgirêk û qeyranên ku di pergalê de rû didin werin çareserkirin. Rêber APO hemû hişmendiya hêzên desthilatdar ên polîtîkayên qirêj ên li ser civakan tên meşandin bi birdozî û felsefeya xwe deşfire kiriye."

GELÊ KURD BÎRDOZIYA APOYÎ HEMBÊZ KIR

Zagros anî ziman ku tekoşîna Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan pir derfet û pêşketin ava kiriye û got: "Ji ber ku Rêber APO pirsgirêka Kurd û civakê jin, ciwan, çandînî, aborî, siyasî û her wiha şîroveyên wê kir û li ser vê bingehî çareserî pêş xist. Gelê Kurd bi hêza xwe ya xweser bû xwedî partî, artêş. Ev ji bo tevayî cîhanê bû mijarek balkêş, zindîbûna xeta azadiyê di Kurdistanê de,  bi tevlîbûna jinê, ji refên tekoşîna azadiyê re çêkir. Ji bo vê êdî li hemberî hemû hewldanên ku vê tevgerê çawa têk bibin, nêzîkbûn bê hesab û kitab hat kirin. Zêdeyî çil milyon Kurd îro di pêşengtiya Rêber APO de azadî û serketina xwe dibîn e. Planê û hesabê dijmin ew bû ku berê çawa di dîrokê de, îsyanê gelê Kurd pêşketin û çawa pêşengên îsyan û serokên îsyanan qetilkirin. Gelê Kurd bi xeta Apoyî çanda ku di dîrokê de hebû, cardin berdewam kir û komploya 15’ê Sibatê li ser vê bingehê têk bir. Dewlet li hemberî hêza gel û Rêberê me neçar ma ku Tevgera gelê Kurd û Rêberê me, bixe armanca êrîşên xwe."

KOMPLOGERAN RASTIYA SEROKATÎ Û GELÊ KURD NAS NEKIRIBÛN

Zagros da zanîn ku hesabê hêzên komploger pir mezin û cuda bûn û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ez beriya her tiştî vê bejim; hesabê hêzên komploger û hêzên desthilatdar şaş bû û weke dibêjin hesabê malê û sukê nebûn yek. Hêzên komploger û hêzên desthilatdar hesab dikirin ku bi dîlgirtina Rêber APO re, carek din li Kurdistanê ruhê şikestinê pêş bixin. Gelê Kurd jî bawer nedikir ku carek din ev îsyan li Kurdistanê çêbe. Her çiqasî ruhê welatparêziyê, hêviyên azadiyê ji dil û mejiyê gelê Kurd tine nebibû jî û bi dawî nebûbe jî, lê belê em vê pir rihet dikarin bêjin şikestinek di kesayeta Kurd de çêbibû. Ji ber ku hêzên komploger jî bi vê pskolojiyê û bi vê hesabê Rêber APO dîlgirtin. Lê belê hêzên komploger rastiya Rêber APO û gelê Kurd nas nedikirin. Ji ber ku bi destpêkirina Tevgera Serokatiyê re rastiya gelê Kurd hat guhertin. Êdî di gelê Kurd de rastiyek wisa çêbû ku girêdana bi felsefe û bîrdoziya Rêber APO, girêdan û eşqê wan bi jiyanek azad çê bibû. Ji bo vê jî girêdanek bêhempa bi Rêber APO ve hatiye çêkirin. Dîlgirtina Rêber APO di serî de li her çar parçên Kurdistanê ruhê serhildanê ava kiriye. Roja ku girtina Rêber APO hate bihîstin li her çar parçên Kurdistanê gelê Kurd ji heft heta heftê salî û  dilxwazên tevgera APOyî bi yek ruh dest bi serhildanê kirin. Bi vê rewşê matmayîbûnek mezin li tevahî cîhanê rû da. Wan wîsa texmîn dikirin ku wê gelê Kurd şikestin û nêzîkatiyek hestyarî çêbe û gelê Kurd wê bêje Rêber APO hatiye girtin her tişt bi dawî bûye. Lê belê Rêber APO rastiyek netewî, rêxistinek, bîrdozî û artêşek ava kiribû. Ev jî bibû hêza xweparastin û xwedî li nirxên xwe derketin."

HER ÇAR PARÇE BI RUHÊ SERHILDANÊ TEVGERIYA

Zagros bi bîrxîst ku dema Rêberê gelê Kurd hat dîlgirtin, li çar parçeyên Kurdistanê ruhek serhildêr derket holê û wiha pêde çû. "Serhildanên ku çêbûn, Bakur, Başûr Rojhilat û Rojavê Kurdistanê  wek hev bû. Li Rojavayê Kurdistanê ji salên 70’î de heta komploya navneteweyî ti kes li hember rejîmê derneketibû û ranebibû serhildanê. Lê belê dema dîlgirtina Rêber APO, gelê Kurd ji 7 heta 70’ê salî herkes rabû ser piyan û dest bi serhildanan kir. Gelê me yên Bakurê Kurdistanê jî xwedî derketinek di astekê fedayane de jiya. Wê demê 64 kesê/î çalakiyên fedayî li darxistin û bi agirê bedena xwe xelekek ji agir li dora Rêber Apo çêkirin û gotin; 'ti kes nikare roja me tarî bike.' Belê di dîroka mirovahiyê de heta wê demê û îro jî mînakê bi wî rengî nehatine dîtin. Ev çil mîlyon gelê Kurd amedebûn ku xwe mîna bombayekê di nava dilê dijmin de biteqînin. Ev rastî dema hat dîtin, hêzên komploger hejandin û ev hişt ku li himber gelê Kurd alikariyek cuda pêşbikeve. Hevalên di zindanan û derve gotin, ‘kesek nikare roja me tarî bike.’ Ev tiştek pir pîroz bû, çalakiyê pir girîng bûn. Ev jî di lutkeyê de ruhê Apoyî temsîl dikirin. Ji bo wan ev di cîhanê de îspatkiribû ku Rêber APO êdî neteweyek e, ne şexseke. Bi dîlgirtinê Rêber APO hûn nikarin vê dozê û bîrdoziyê tine bikin. Hûn nikarin vî gelî qir bikin, vê îradeyê ku bi hişmediyê azadiyê zindî bûye, hûn nikarin bi dawî bikin. Çalakiyên gerîla, gelê Kurd ên fedayîbûnê di lutkeyê de hat jiyîn. Hemû gerîla wê demê pêşniyarê xwe ji bo çalakiyên fedayîbûnê kirin ji rêxistinê re. Em dikarin bêjin komplo negihişt armanca xwe. Di mehkemê de yekemîn sekna Rêber APO da nişandan û bersiva ku da ev hişt ku balê hemû mirovahiyê bikişîne û hemû hesabê hêzên komploger vala derxîn e. Di rûniştina yekemîn de bangawaziyê Rêber APO ji bo çareserkirina doza gelê Kurd hebû. Ji bo pirsgirêk û aloziyên siyasî ku li Tirkiyê tên jiyîn, bi şêwazeke demokratîk bû. Ev bû dîrokek nû, ji bo sedsala 20'an û destpêkirina sedsala 21’an bû. Hêzên desthilatdar hêvî nedikirin ku Rêber APO bi şiklek klasik parastina şexsê xwe û hebûna gelê Kurd bike, lê Rêber APO bi berdewamkirina çanda berxwedan tevgera Apoyî û bi çanda hevrê Mazlûm, Kemal û Xeyrî, şêwazê parastina xwe bi bilinkirina vê berxwedanê de û careke din hişt ku yê were darizandin hişmendiya hêzên desthilatdar û dagirker be. Lê îro bi pêşketina paradîgmaya Rêber APO û berxwedana Îmralî, êdî berxwedana Rêber APO û paradîgmaya nû ye. Êdî Îmralî bû wek xeta jiyana nû. Xeta tekoşîn û berxwedanê bû xeta sîstema nû û bû paradigmaya hembêzkirina hemû civakên bindest. Êdî têkoşîna Rêber APO tekoşîna sîstema demokratîk, azadiya zayendî û ekolojîk bû. Tekoşîna sîstemekê altarnatîf li hember sîstema kapîtalîst moderinîte ye. Êdî têkoşîna Rêber APO tenê ne li hember çend dewleta ne. Tekoşîna, paradîgmaya Rêber APO û têkoşîna azadiyê êdî weke sîstemekê li hember sîstemekê ye. Her çiqasî asta tekoşîna me her çû bilind bû, asta komploya navneteweyî jî reng guhert.  Li ser vî bingehî ez dikarim bêjim; êdî îro hêzên komploger ne hêz in û ne dewlet in. Îro komploya navneteweyî weke sîstema dagirker hemû bi hewldana xwe û bi hişmendiya xwe weke konseptekî giştî di şexsê Rêber APO, gelê Kurd û di şexsê Tevgera Azadiyê de  û li hemberî sîstema demokratîk e. Ji bo vê êdî wisa lê hatiye weke tekoşînê du sîsteman li himber  hev tên. Yek weke qutbekê têkoşîna sîstema demokratîk li himberî qutbên hêzên dewletên dagirker, yên ku temsîla hemû hêzên kepîtalîst modernîte dike.” 

'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE'

Zagros diyar kir, ji avabûna tevgera azadiyê heta roja îro her tim êrîşên dijmin bi şiklekî hovane û dijmirovahiyê li hember tevgera wan û gelê Kurd hatiye meşand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berxwedana gelê me û tevgera me jî bi pêşengtiya Rêber APO û tekoşînekê bê hempa dane meşandin. Bi taybetî jî piştî 15’ê Sibatê heya roj îro asta berxwedana gelê me di lutkeyê de ye. Bi tekoşîna çil salan ya gel, tevger û Rêberê me, em ji her demê, bêhtir bi israr berdewam bikin. Bi taybetî piştî ewqas berxwedanî û paradîgmaya Rêber APO, Şoreşê Rojava, berxwedana Kobanê û berxwedana Şengalê, gelê me dixwaze ku statuya xwe tayîn bike. Rêber APO bi gelek caran şansê çareseriyê da dewletê. Ji ber ku di tekoşîna demokrasiyê de dem dem rêbazên tekoşînê tên guhert in. Rêbazên tekoşînê li ser bingehê li hevhatinekê zagonî û siyasî ev çêdibe. Lê ji ber ku ev hewldan bi encam nebûn, berovajî êrîşên qirkirinê û tinekirin, zêdebûn, ji bo vê jî gelê me ji Rêber APO tiştek fêrbû ew jî: li himberî êrîşên dagirkeriyê xwedî helwest bûn bû.  Dema dibin e ku sîstema desthilatdar ti niyet, bîr û baweriyê wê bi qebûlkirinê gelê Kurd, nîne êdî diviya bû ku gelê Kurd helwesta xwe nişan bide. Ji ber ku gelê Kurd ew gelê berê nîn e. gelê Kurd rêxistinkiriye, xwedî zihniyetekê pêşketiye û gelê Kurd ev çil sale berxwedaniyê dike. Gelê Kurd ji Rêber APO bi pêvajoyê Îmraliyê  vê fêmbibû: Divê ku sîstema desthiladar neyê qebûlkirin, ji pêvajoyê Îmraliyê vê fêm kiriye. Dibêje, ‘azadiyê Rêber APO, azadiyê me ye’. Êdî di vê demê de bê statê bûn, ji bo gelê Kurd çênabe." 

BERSIVA LI TECRÎDÊ XWESERIYA DEMOKRATÎK BÛ

Zagros  di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda ku hatiye şidandin jî û got: "Ev  nezî 11 de meh in tecrîta girankirî dawî nêzîkbûnê û êrîşên li derveyî hevpeymanên navneteweyî li hember Rêberê me, têne dîtin. gelê Kurd fêmkiriye ku di çanda demokratîk de pêwîste xwe bi xwe jiyana xwe biafirîne, xwe bi xwe rêvebibe. Bi taybetî jî pirojeyên, stratejîk û paradîgmaya Rêber APO di neteweya-demokrat de gelê Kurd vê fêm kiriye. Ji ber ku bi rastî demokrasiya raste raste wisa ye. Gelê Kurd vê fêm kiriye çiqasî statuya xwe bi xwe diyar bike û çiqasî sîstema xwe avabike, ev tê wateya  xwedîderketina li Rêber APO û gelê Kurd. Lê belê xwebûnê bi tenê dikare bi berxwedanê bi dest bixe. Tevî hemû êrîşên dewletên desthilatdar dizane jî, lê gelê Kurd ev hemû dane ber çavê xwe û ji derveyî jiyanek azad, berxwedanî ti rêbazek dîtir ji bo jiyanê nabîne. Berxwedana îro li Kurdistanê tê meşandin carek din berxwedan bi giştî dîroka mirovahiyê ya pênç hezaran salan zindî dike. Tu caran hêviya gel ya azadiyê û bi civaka wekhev nehatiye şikestin. Îro jî, gelê Kurd ev hêvî berdewam kiriye û zindîkiriye. Ji bo vê ev berxwedana bi heybet ya ku li Bakurê Kurdistanê destpêkiriye, ev wê ji bo hemû mirovahiyê bide nişandan ku gelê Kurd bi çi felsefe, çandê û bi kîjan bîrdoziyê li ber xwe didin.”

BERXWEDNANA XWESERIYA DEMOKRATÎK WÊ AZADIYÊ BÎNE

Zagros di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em îro dibînin bi hatina 15’ê Sibatê dîsa hêzên desthilatdar bi şiklek hovane êrîşên gelê Kurd dikin. Lê belê gelê me bi sekna xwe û berxwedana xwe ya Cizîr, seknekê fedayî, qehremanî û seknekê pir pîroze ji bo hemû mirovahiyê dan nîşandan. Sekna gelê me li hemû bajarên dîtir, seknek bi nirxên mirovahiyê diparêze. Belê ev sekin hêzên dagirker, bi taybetî di şexsê dewletê Tirkiyê de û hikûmeta Erdogan de û zihniyeta çetê faşîsîm kînek di hindirê wan de çê dike. Ji ber ku vê mehê de hêzên komploger planên 99 danîn ku ev plan jî negihîştin armanca xwe. Ji bo vê her meha Sibatê bertekên wan bilindtir dibin û kîna wan li himberê gelê Kurd zêdetir dibe. Ji bo vê em hemû dîqet bikin, di meha Sibatê de êrîşên hovane li himber Rêberê me, gêrîlayên azadiyê û gelê me qat bi qat zêdetir dibin. Lê belê ew bila baş bizanibin, ew çiqasî êrîşên xwe bilind bikin,   wê ewqas asta berxwedanê bilinditir dibe. Ji ber ku ev çil sal in hêzên desthilatdar, dagirker û dewleta Tirkiyê dersê xwe dixwe, lê mixabin tu encamekê û dersekê jê dernax e. Îsal wê 15’ê Sibatê, bibe salekê bilindkirina berxwedana xweseriyê demokratîk. gelê me wê bi 15’ê Sibata 2016’an dersekê mezin bide Erdoxan, Dawutoğlu û dewleta Tirkiyê. Yên ku bi zihniyetekî çetewarî û faşîst nêzî gelê me bibe wê gel biryara xwe ji bo azadiyê bide. Dema Gel bi Serokê xwe ve tê girêdan, wê mutlaqa xwedî li Serokê xwe derkeve. Her wiha wê îsal dersekê mezin we re dayîn ku Rêber APO çi tevgerek avakiriye, çi çandek di nava gelê xwe de çêkiriye û Rêber APO ev 17’ sale li Îmraliyê xeta ku li Îmrali pêşxistî û wê ev xet bi xwe re çi bi afrîne. Çawa Rêber APO 15’ê Sibatê wek mîladek nû bi nav kiribû, wê îsal jî mîladek nû ji bo nirxên nû yê berxwedaniyê, nirxê azadiyê û mirovahiyê bi xwe re bide afirîn."

...