Yuksek: Divê hikûmet dest ji polîtîkayên qedexeker berde!

Yuksek diyar kir ku divê hikûmet dest ji polîtîkayên “qedexeker” berde, got pêwîs e rêyek çareseriyê bê dîtin û muzakere berdewam bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek diyar kir ku divê hikûmet dest ji polîtîkayên “qedexeker” berde, got pêwîs e rêyek çareseriyê bê dîtin û muzakere berdewam bikin.

Kesên ji bo qedexeya kolanan a li navçeya Dêrik a Mêrdînê didome protesto bikin û piştgiriya gelê Dêrikê bikin hatin navçeyê û endamên Navenda Çandê ya Dêrikê, rastî êrîşa bombeyên gazê yên jendermeyan hatin. Piştî êrîşan, Serokê Komaleya Alîkariya Sosyal a Dêrikê ya Îzmîrê daxuyanî da, diyar kir ku gelê Dêrikê niha bi xeteriyek mezin re rû bi rû ye, got qedexe dibe sedema texrîbat û pirsgirêkên cîdî. Gokalp da xuyakirin ku xwezaya Dêrikê jî texrîp dibe, ragihand ku tirsa wan a herî mezin êdî windahiyên mirovan jî destpê kiriye.
Ji bo piştgiriya gel Hevserokê Giştî yê Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek ji hat navçeyê û li vir axivî. Di axaftina xwe de Yuksek wiha got: “Wê gelê me têkoşîna xwe, berxwedana xwe bidomîne. Dawiya van tiştan tineye. Ji ber vê jî divê rêyek ji vê re bê dîtin û bi muzakereyan bê çareserkirin. Wê gel têkoşîna xwe berdewam bike. Em ê jî bi gelê xwe re li ber xwe bidin. Em niha li Dêrikê ne. Em ê îşev bi gelê xwe re bimînin. Sibê em ê dîsa li vir kom bibin û piştgiriya gelê xwe bikin.”
Yuksek ji ber gaza zêde neçar ma ku daxuyaniya xwe di nêvî de bihêle û bû mêvanê mala welatiyan.