Yuksek: AKP cudakariyê dike

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek got, "Ji me re dibêjin 'di nava yekîtiya Tirkiyeyê de çareseriyê negerin' em vê fêhm dikin. Dixwazin bibêjin 'dev ji vê lêgerînê berdin'. AKP bi vî rengî bi awayekî zelal cudakariyê dike".

Ji bo şermezarkirina girtina Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û 7 parlamenteran li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyanî hat dayîn.  Kongreya Jinên Azad (KJA), rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek, parlamenterên HDP'ê jî di nav de beşdarî daxuyaniyê bûn. Bi sedan kesan dirûşmên "Em ê bi berxwedanê li ber xwe bidin" "Pêkûtî me bêzar nakin" "HDP gel e gel li vir e" berz kirin. 

'AKP JI BO  BI TENA SERE XWE BIBE ÎXTIDAR EV PÊVAJO DA DESTPÊKIRIN'

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek li vir axivî û  diyar kir ku AKP xwe wekî partiyekî li dijî darbeyan têdikoşe nîşan dide lê darbeyekî nû pêk aniye. Yuksek wiha axivî : "Bİ awayekî zelal em bibêjin ku AKP'ê dibêje li dijî darbeyan e lê AKP'ê darbeyekî nû pêk aniye. Bi destê AKP'ê pêvajoyekî nû ya darbeyê çêbû. Em dixwazin vî nîşanî raya giştî ya cihanê bidin. Van darbeyan di 7'ê Hezîranê de dest pê kir. Ji bo bi tena serê xwe bibe îxtidar îradeya gel qebûl nekin û pêvajoya darbeyê da destpêkirin. Ewil pêvajoya çareseniyê da rawestandin. Ji ber ku bi tena serê xwe nebû îxtidar derbasbûna HDP'ê ya bendê jî ji bo xwe wekî xetere dît. Pêvajoya ku bi tena serê xwe bibe îxtidar da destpêkirin. Ji wê rojî heta niha bi hezaran xebatkarên partiyê hatin binçavkirin û girtin. 30 şaredariyên me hatin desteserkirin û qeyûm hatin tayînkirin. Bi sedan televîzyon û saziyên çapemeniyê girtin. Bi hezaran mamoste ji ber ku endamên sendîkayan in ji kar hatin avêtin.

'AKP'Ê DARBE LI LÊGERÎNA ÇARESERIYÊ XIST'

Yuksek destnîşan kir ku herî dawî  Hevşaredarên Bajarên Mezin a Amedê hatin girtin û qeyûm hat tayînkirin, li dijî HDP'ê darbeya 4'ê Mijdarê pêk anîn û wiha berdewam kir: Bi vî rengî Tirkiye kirin girtîgehekî vekirî. Peyamê didin me. Dibêjin ku cihê kesên ku piştgiriyê didin kurdan, bi wan re ne cihê kedkar, xizan bindestan di meclîsê de nîne.  Em bi vî rengî fêm dikin. Em wekî siyaseta kurd hevparekî HDP'ê ne.  Me projeyekî HDP'ê ava kir.  Ji bo ku bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re tevbigerin me HDP ava kir.  Bi HDP'ê ve em ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ketin nava lêgerînê. Ji bo vê em ketin hilbijartinê jî Gelê me piştgirî da vî projeyê. Ji sedî 10'ê zêdetir me deng girt. Niha em dibînin ku AKP darbeyê li lêgerîna çareseriya pirsgirêka kurd dide."

'EM Ê BI GELÊ XWE RE BIRYARA XWE BIDIN'

Yuksek anî ziman ku AKP ji yekîtiya ku xurt bûye aciz bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji me re dibêjin di nava yekîtiya Tirkiyeyê de çareseriyê negerin. Em fêm dikin ku dibêjin dev ji vî lêgerînê berdin.  AKP bi vî rengî bi awayekî zelal cudakariyê dike. Ji me re dibêjin di meclîsê de cihê we tuneye, biçin çaresa serê xwe binêrin. Di vî çarçoveye de HDP'ê encama civîna xwe aşkera kir. Em wekî hevparekî HDP'ê piştgiriyê didin vî daxuyaniyê.  Em piştgiriyê didin rawestandina xebatên qanûndanînê. Ji ber ku em hê jî di nava lêgerîna çareseriya siyasî de ne. Ya ku ji çareseriyê direve AKP ye.  Em ê bi gelê xwe re nîqaş bikin. Li Amed, DErsim, Serhat, Botan, Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê em ê nîqaş bikin. Heta ku em bi gel re nîqaş nekin naxwazin  biryarekî bigirin. Biryara dîrokî em ê bi gelê xwe re bidin."

'EM Ê DEMOKRASIYÊ BÎNIN WELAT'‘

Yuksek wiha got: "Li gorî me hikûmetê biryara xwe daye. Me derxistina derveyî meclîsê pêşiya çareseriyê girt. Niyeta me yu ku em dev ji siyaseta  demokratîk berdin nîne. Li hemberî gelê me berpirsyariyên me heye. Em ê têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bidomînin. Ne cihan a salên 90'an e ne jî Rojhilata Navîn, ne Kurd.  Em bêalternatîf nînin. Em ê demokrasiyê bînin welat. Em ê bi vî zanebûnê têbikoşin."

BANGA YEKÎTIYÊ 

Yuksek der barê girtina parlamenterên HDP'ê de jî wiha got: "Hûn ê wekî mirovên ku ji bo azadiyê têdokişin derbasî dîrokê bibin. Yên ku ev kirin jî wê bi şerma xwe re bîmînin.  Ez bang li derûdorên siyasî yên li Tirkiyeyê dikim. Ev darbe tenê li dijî HDP'ê nehat kirin. Ev li dijî pêşeroja Kurdan hat kirin. Ji ber vê yekê jî banga yekîtiyê dikim. Ez banga têkoşîha hevpar dikim. Ez ji hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re dibêjim ku dengê xwe bilind bikin û bi me re têkoşîna hevpar li dijî darbeyê bidin. Roj ev roj e. Ez bang li hêzên navneteweyî dikim, dengê xwe zêdetir derxînin. Li vî welatî demokrasî nemeya. Divê hûn helwesta xwe zelal îişan bidin. Em ê feraseta AKP'ê  rawestînin. Darbeyê rawestînin. AKP'ê wê nikaribe vê ji hilbijêrên xwe re îzah bike, wê bê vî rewşî."

Yuksek herî dawî gotina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist wiha got: "Ew keştî  bigihîje benderê. Rêyekî din nîne. Ji bo ku ev keştî bigihîje em ê hewl bidin. Em ê hêviyên gelan bigihînin wî benderê. Em soza vî didin."