YPS ragihand ku 3 kesên bi îdîaya rojnamevan in girtin bin çavan
YPS û YPS -Jin Nisêbîn ragihandin ku pêr ji aliyê yekîneyên asayîşê ve 3 kes hatin binçavkirin û piştî lêpirsîna wan temem bûn hatin berdan.
YPS û YPS -Jin Nisêbîn ragihandin ku pêr ji aliyê yekîneyên asayîşê ve 3 kes hatin binçavkirin û piştî lêpirsîna wan temem bûn hatin berdan.
YPS û YPS -Jin Nisêbîn ragihandin ku pêr ji aliyê yekîneyên asayîşê ve 3 kes hatin binçavkirin û piştî lêpirsîna wan temem bûn hatin berdan. Hat diyarkirin ku her 3 kes xebatkarên Ajansa Anadolûyê ne.
Di daxuyaniya ji aliyê YPS û YPS-Jin ve hat dayîn de hat diyarkirin ku pêr 3 kes girtibûn bin çavan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dixwazin Nisêbînê ji mirovan vale bikin û wiha anî ziman: “ Li hemberî her cure rêbazên qetlîaman û polîtîkayên qirkirinê, em ê berxwedanê mezin bikin û li dijî êrîşan jî bendan qayîm dikin. Ji ber vê dewleta Tirk dixwaze Nisêbînê ji mirovan vale bike û gelê me neçarî koçberiyê bikin, sivîlan dike hedef û qetil dike. Mînak herî ber bi çav roja pêr dayika ku li kolanê li pêşiya mala xwe hat qetilkirin û zaroka wê hat birîndarkirin e. Rexmê van hemû qirkirinan jî çapemeniya hevkarên dewletê bûyeran ji nedîtî ve tê û rêzekê jî rastiyan nadin nîşandan. Çapemeniya ku van nakejî dixwaze hevkarên xwe yên çapemeniyê bişînin nava hêzên me YPS û YPS-Jin ji bo xebatê sîrxuriyê bikin.”
Di daxuyaniyê de bal kişand ser di bin navê xebatên çapemeniyê de 3 kes ji bo sîxûriyê xebat bidin meşandin hatin tesbîtkirin û wiha got: “ Roja pêr 3 kesên şerên taybet ên rojnamevanên Ajansa Anadolûyê ketin nav me. Hatina van a ji bo çi armancê û ji bo çi hatine di encama lêpirsînê de hatin zanîn. Ev ‘Rojnamevan’ girêdayî Serokwezîriyê ne. Li ser têkiliyên wan ên şikber û detay û agahiyên cuda û dîmenkêşiyê kom kiribûn ji aliyê hêzên me yên asayîşê ve hatin ferqkirin û hatin binçavkirin û ketin lêpirsînê.”
Di daxuyaniyê de kesên ku qala wan tê kirin O.Ç, R.M û K.Y hatin diyarkirin û hê lêpirirsîna wan didome. Daxuyaniyê wiha bi dawî bû: “Em dizanin ku ev kesayetane ne ji bo karê rojnamevaniyê ji bo xebatên sîxurî û agahî komkirinê şandine nav me. Ji ber ku em dizanin ev kesayetan hatine bikaranîn û bi neçarî şandin nav me, em ê wan serbet berdin. Di demê herî dawî de bûyerên nêzî vê rojnamevanên ji bo xebtan tê dikevin nava sîxurîyê û nûçeyên êrîşên li ser Nisêbînê û polîtîkayên qirkirin û qetlîaman di raya giştî de dixwazin meşrû bikin.”