YPS: Li Wanê 17 polîs giran birîndar bûn

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku li Wanê yekîneyên wan li dijî stasyona bazê çalakiya sabotajê li dar xistine. Dema 20 polîs li cihê bûyerê kom bûn jî çalakiyek duyem a sabotajê li dar xistine û herî kêm 17 polîs bi giranî birîndar bûne.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku yekîneyên wan li dijî stasyona bazê ya li Taxa Xaçort a Wanê çalakiya sabotajê li dar xistine. Destnîşan kir ku dema 20 polîs li cihê bûyerê kom bûn jî çalakiyek duyem a sabotajê li dar xistine û herî kêm 17 polîs bi giranî birîndar bûne.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku li dijî hewldanên êrîşê yên çeteyên Qesrê, yekîneyên wan ên berxwedanê şerekî serkeftî yê berxwedanê didomînin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniyê de ev gotin: “Çeteyên Qesrê li hember taxên Nisebînê bi tirsek mezin tevdigerin, ji bo ku hêza xwe li ser taxan zêde bikin 118 nobedar wezîfedar kirine. Di nav kesên ku hatine wezîfedarkirin de cerdevan jî hene. Ji kêsen ku bi dijmin re hevkariyê dikin û li dijî gelê me çekê radikin wê teqez hesab bê pirsîn.

LI WANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Li Taxa Xaçortê a Wanê hêzên me 29’ê Gulanê di saet 23.00’an de li dijîstasyona Bazê çalakiyek sabotajê li dar xistin.  Piştî çalakiyê dema 20 polîs li cihê bûyerê kom bûn, çalakiya sabotajê a duyemîn pêk hat.  17 polîs bi giranî birîndar bûn. Nehat zelalkirin ku çend kûştî hene, çapemeniya Qesrê 2 mirî, yek birîndar dan. Hejmara kûştiyan zêdetir in.

Ev çalakiya ji bo bîranina hevalê me Pale Berxwedan(Umut Çelebî) hatiye lidarxistin.”