YPS: Li Sûrê 9, li Hezexê 12 çete hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin ku di çalakî û şerê li Sûr û Hezexê de 21 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin ku di çalakî û şerê li Sûr û Hezexê de 21 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), encamên çalakiyên xwe yên dawî yên li hemberî çeteyên AKP'ê û Qesrê eşkere kir. YPS'ê diyar kir, çeteyên AKP û Qesrê bi konsepta şerê topyekûn êrîşên xwe didomînin. YPS'ê da xuyakirin, ku li hemberî van êrîşan çalkaiyên yekîneyên berxwedanê dewam dikin û ev agahî da: "Di van çalakiyan de li navçeya Amed Sûrê herî kêm 9 çete, li navçeya Şirnex Hezexê jî herî kêm 12 çete hatin kuştin."
Di daxuyaniya YPS'ê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 21'ê Sibatê li taxa Tûrgût Ozal a li navenda Hezexê, çeteyên AKP û Qesrê xwestin sekvanên xwe li avahiyan bi cih bikin. Yekîneyên me li vê derê 2 sekvan kuştin. Li avahiyeke din jî çeteyan xwestin sekvanên xwe bi cih bikin û li vê derê jî yekîneyên me 2 çete kuştin.
Heman rojê çeteyan ji 3 baskan ve xwestin bikevin nava taxa Yenî Mahalle. Di navbera çeteyên xwestin bikevin taxê û yekîneyên me de, saet di 11:00-14:00 de şerekî dijwar qewimî û herî kêm 8 çeteyên AKP û Qesrê hatin kuştin. Careke din saet di 14:00 de xwestin bikevin taxa Yenî Mahalle. Yekîneyên me yên berxwedanê li hemberî çeteyên li malekê civiyabûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Hejmara mirî û birîndarên çeteyan nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê çeteyan bi hawan, çekên giran û tankan li taxê dan.
Roja 21'ê Sibatê li navçeya Amed Sûrê, li 3 nuqteyên cuda di navbera yekîneyên me û çeteyan de şer qewimî. Di vî şerî de 9 çeteyên temamiya wan kumik sor (bordo berelî) bûn hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
22'ê Sibatê (îro) danê sibehê, piştî ku çete li Sûrê ketin hundirê avahiyekê, yekîneyên me yên berxwedanê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li vê derê kuştiyên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin. Dema agahiyên berfireh li ser çalakiyê werin bidestxistin, wê bi raya giştî re werin parvekirin."
ŞERVANEKÎ YPS'Ê JIYANA XWE JI DEST DA
Di daxuyaniya YPS'ê de hat gotin, "Roja 21'ê Sibatê şervanekî me yê YPS'ê yê li Sûrê di şer de bi lehengî li ber xwe da, şehîd ket."
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şervanê YPS'ê wiha ye:
Nasnav: Baran
Nav paşnav: Bariş Koç
Navên dayik û bav: Emîne-Şaban
Cihê ji dayikbûnê: Amed