YPS: Li Hezex û Şirnexê 5 çete hatin kuştin
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin ku di şerê li Hezex û navenda Şirnexê de '5 çeteyên AKP'ê' hatine kuştin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin ku di şerê li Hezex û navenda Şirnexê de '5 çeteyên AKP'ê' hatine kuştin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê, li ser şerê du rojên dawî yên li Hezex û navenda Şirnexê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya YPS'ê de hat bibîrxistin, ku konsepta şerê topyekûn ê dewleta AKP'ê ya faşîst li hemberî qadên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê daye destpêkirin, dewam dike.
LI HEZEX Û ŞIRNEXÊ 5 ENDAMÊN TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de li ser şerê qewimî, ev agahî hatin dayîn:
"Li navenda Hezexê, ev du roj in bi tank, top û çekên giran êrîş li hemberî taxan tên kirin. Roja 29'ê Sibatê çeteyan hewl dan ji 3 baskan ve xwe berdin nava taxan. Hêzên me li vê derê bersiv dan û şerekî dijwar qewimî. Piştî şer çete neçar man xwe vekişînin.
Hêzên me duh li navenda Şirnexê li hemberî Midûriyeta Emniyetê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Li vê derê polîsek hat kuştin. Her wiha hêzên me roja 29'ê Sibatê li hemberî maleke çete tê de bûn çalakiyek pêk anîn.
Kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê derê nehat zelalkirin. Di çalakiyên li maleke din de jî 3 leşker hatin kuştin. Wekî din, hêzên me yên ketin hundirê maleke din, li vir leşkerek kuştin."