YPS’ê nasnameyên endamên xwe yên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane ragihand

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameya 7 endamên xwe yên ku 9’ê Hezîranê û 26’ê Gulanê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane, ragihand.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê nasnameya 7 endamên xwe yên ku 9’ê Hezîranê û 26’ê Gulanê li Şirnexê jiyana xwe ji dest dane, ragihand.

Di daxuyaniya Koordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev agahî hatin dayin:

9’Ê HEZÎRANÊ 5 ENDAMÊN YPS’Ê HATIN QETILKIRIN

Li Taxa Îsmet Paşa ya Şirnexê, roja 9’ê Hezîranê çeteyên Qesrê tozek spî avêtin hundirê avahiyan û agir berdanê. Bi avêtina vê tozê re agirê bi avahiyê girt bi bayê lezê belav bû. Ji ber dûmanê komek hevalê me yê li avahiyê şehîd ketine.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Bawer Faraşîn / Sîpan Bor / Kudret - Şehmus / 1993 - Colemêrg /

Helena Koçer / Nafiye Oklu / Ayşe - Sadik / 1983 - Misirc /

Rozerîn Cûdi / Hatûn Ulger / Asiye - Faka / 1997 - Şirnex /

Stêrk / Rojin Bûlût / Cemîle - Emîn / 1996 - Ertûş /

Çekdar / Rahmet Baysal / Lutfiye - Abdûlazîz /

26’Ê GULANÊ 2 ENDAMÊN YPS’Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

26’ê Gulanê li Aydinlikevler a Şirnexê 2 endamên me bi çeteyên Qesre ketine nav şer. Di vî şerê de her du endamên me jî heta guleyên xwe yên dawî bi tarzekî fedaî şer kirine û gihiştine şehadetê.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Hazim Goyî / Hazim Talî / Alî Mûsa - / 1993 - Qileban – Gundê Mijînê /

Cûdi Gabar / Mehmet Bayik / Azîme - Ahmet / Şirnex /