YPG: Têkoşîna Ebû Leyla bilind bikin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji ber şehadeta Ebû Leyla peyama sersaxiyê da, got: “Em, Şehîd Ebû Leyla wekî yek ji fermandarên xwe yên leheng dibînin.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji ber şehadeta Ebû Leyla peyama sersaxiyê da, got: “Em, Şehîd Ebû Leyla wekî yek ji fermandarên xwe yên leheng dibînin.”

Daxuyaniya Fermandariya YPG’ê wiha ye:

“Di şerê rizgarkirina Minbicê ji çeteyên rêxistina DAIŞ'ê ku 3'yê Hezîranê de fermandar û damezrênerê Tabûrên Şem El-Şemal Feysel Ebdî Bîlal Sadûn ku bi navê Ebû Leyla tê naskirin, li gundê Xefiyet Ebû Qelqel ê li derdora bajarê Minbicê dema ku bi hawara şervanên xwe ve diçû birîndar bû. Ebû Leyla di 5'ê Hezîranê de ji ber birînên xwe yên giran, gihişt şehadetê.

Şehîd Ebû Leyla yek ji şoreşgerên destpêkê yên şoreşa gelê Sûriyeyê ya li dijî dagirkerî û zordariyê ye. Wî li gelek qad û meydanên şer ji bajarê wî Minbic ku bi salan e lê maye û hetanî Til Hasil, Til Eran têkoşîn kiriye. Wî El-Cebha El-Şerqiye ava kir û fermandariya wê kir, di dawiya sala 2013'an de di nava Cebhet El-Ekrad tevlî Ehrar Sûriyeya bû. Li gelek eniyên Helebê şerê li dijî rêjîma Sûriyeyê kiriye. Dema ku DAIŞ'ê êrîşî bajarê Minbicê kir ew li hemberî wan sekinî û yê ku dawî ji Minbicê derket ew bû. Bi qehremanî û lehengî li rex heval û şervanên xwe cihê xwe li eniyên pêş girt.

Di sala 2014'an de Ebû Leyla li herêma Qereqozaqê Tabûrên Şems El-Şemal ava kir û li rex Yekîneyên Parastina Gel li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê, sekinîn. Kobanê dibe şahid ku Ebû Leyla berxwedaniyeke bêhempa ya dîrokî daye meşandin û ti caran ji mirinê netirsiyaye.

Di êrîşa 29'ê Cotmehê de dema ku çeteyên DAIŞ'ê ya li ser deriyê Murşitpinarê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî Kobanê bûn de Ebû Leyla birîndar bû. Di parastina deriyê sînor de roleke wî ya girîng hebû. Bi qehremanî û fedakariyeke mezin li hemberî çeteyan sekinî û nehişt ku derbasî Kobanê bibin.

Wê demê tevî ku hê birînên wî rihet nebibûn jî Ebû Leyla careke din berê xwe da eniyan û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Ebû Leyla di damezirandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk de sala 2015'an jî roleke çalak û girîng list. Ew endamê fermandariya giştî ya QSD'ê bû û beşdarî rizgarkirina Bendava Tişrînê bû.

Herî dawî ew ji damezrênerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû. Wî berpirsiyartiya rizgarkirina bajarê xwe wekî peywirekê girt ser milê xwe, li hemberî çeteyan şer kir û di vê operasyona mezin wekî lehengekî ji şervanên xwe re fermandarî kir û bi destaneke qehremenî û fedakariyê li ber xwe da û şehîd bû. Wî li hemberî trajedî û azarên gelê xwe nefsa xwe înkar kir û ji bo azadiya bajarê xwe şer kir.

Şehîd Feysel Ebû Leyla tevî ku xwedî malbat bû û bavê 4 keçan (Leyla, Rehef, Serhildan û Xwînda) bû, lê ti caran tenê ji bo xwe nedifikirî. Her tim ji bo şervanên xwe sembol û mînaka herî bilind bû û tim di dilê wan de bawerî dida çandin. Wî moralên şervanan bilind dikir, xwedî kesayeteke hezkirî, balkêş û şoreşgerî bû. Ew li her der û di her peywirekê de fermandarekî pêşeng bû.

Em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel, Şehîd Ebû Leyla wekî yek ji fermandarên xwe yên leheng ku ji bo parastina gel, aramî û azadiyê xwe feda kiriye, dibînin û di heman demê de ji malbat, heval û şervanên wî, her wiha ji bo hemû gelê Kurd, Ereb û Turkmen ku li rex wî şerê çeteyan kirin, sersaxiyê dixwazin. Em careke din ji bo şopandin û pêkanîna armancên Şehîd Ebû Leyla soza xwe ya serkeftinê nû dikin. Bi vî endîzeyê em bang li keç û xortên xwe dikin ku li derdora van hêzan kom bibin û asta têkoşînê ya mîna Ebû Leyla bilind bikin.