YPG nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kir

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameyên 4 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nasnameyên 4 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê, îro bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 4 şervanên YPG’ê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de wiha got:

"Rojava bi berxwedan û tekoşîna xwe dîroka serketinê ava kir û meşand. Li ser rêya azadiyê roj bi roj raya têkoşîn û azadiyê bilind kir. Bi saya berxwedan û têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şehîdên ku bi qehremantî şehîd ketine hat avakirin.

Di operasyona ku QSD’ê şeva 16’ê Sibata 2016’an de, bi navê “Xezeba Xabûrê” ji bo rizgarkirina Herêma Şedadê ya başûrê Hesekê ji komên çeteyan dabû destpêkirin, 2 hevriyên me bi qehremanî şer kirin û giheştin asta şehadetê.

Her weha hevrêyê me Kemal ê ku di şerê li bajarokê Silûk de bi giranî birandar bibû, tevî hemû hawldanên rizgarkirinê gihişt şehedetê.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li bajarê Helebê berxwedanek bê hempa li dijî komên çeteyan dimeşînin. Di vê berxwedanê de rêhevalê me Egîd bi ruhekî fedayî şer kir û gihîşt asta şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza xwe ya şopandina rêya şehîdan heya dilopa dawî ya xwîna xwe, nû dikin”.

Nasnameyên şervanan wiha ne:

Nasnav: Fîras Agir
Nav û Paşnav: Tekîn Kurt
Navê dayikê: Ruqeye
Navê bav: Xiyasedîn
Cihê jidayikbûnê: Wan
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê 20/02/2016

Nasnav: Azad Rêdur
Nav û Paşnav: Dilovan Mihemed
Navê dayikê: Ferîqe
Navê bav: Şahmîran
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê, Gire Mîr
Cih û dîroka şehadetê: Şedadê, Bêcdel 21/02/2016

Nasnav: Kemal Ciwan
Nav û Paşnav: Ensarî Rehmanî
Navê dayikê: Sedriya
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Rojhilatê Kurdistanê, Merîvan
Cih û dîroka şehadetê: Silûk 19/02/2016

Nasnav: Egîd
Nav û Paşnav: Delîl Huseyin
Navê dayikê: Naîme
Navê bav: Semîr
Cihê jidayikbûnê: Efrîn, Şêx Hedîd
Cih û dîroka şehadetê: Heleb, Beno 22/02/2016