YPG: Li Şedadê 32 çete hatin kuştin

Di şerê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî gundê Ezawî û derdora wê yên Şedadê qewimî de, 32 çete hatin kuştin. Di şer de 15 kalaşnîkov û 2 çekên B7 jî hatin bidestxistin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên dawî yên çeteyan û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

LI DERDORA ŞEDADÊ 32 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, şerê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên roja 4'ê Hezîranê saet di 04:00 de li dijî gundê Ezawî û derdora wê yên li bajarokê Şedadê hatin kirin, danê êvarê qediya ye. YPG'ê diyar kir, hêzên wan hemû êrîşên çeteyan ên li vê derê şikandine û derbên giran li çeteyan xistine.

Li ser encamên vî şerî, di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên me di şerê tevahiya rojê de 22 çete kuştin, 10 çeteyan jî xwe teqandin û kuştin. Di vî şerî de bi giştî 32 endamê çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vir 15 kleş û gelek fîşekên wê, 2 roketavêja B7 û 10 guleyên wê û 2 bêtel bi dest xistin.
 
Di vî şerî de 3 hevalên me bi sivîkî birîndar bûne."

ÊRÎŞA ÇETEYAN A JI CERABLÛSÊ

Navenda Ragihandinê da xuyakirin, ku duh danê nîvro, çeteyên DAIŞ'ê ji çeperên xwe yên li Başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birine ser bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê jî dewam dikin û hat gotin, "Artêşa Tirk 4'ê Hezîranê de saet di navbera 11.30 û 12.00'an de bi çekên giran êrîş bir ser gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê."

DI BERSIVA LI HEMBERÎ ÊRÎŞA LI DIJÎ ŞÊX MEQSÛDÊ DE 2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîş û şerê li taxa Şêx Meqsûdê jî ev agahî da:

"Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê Koalîsyona Sûrî de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam dikin.

Hêzên me bersivên tund dan êrîşên çeteyan ên di 4'ê Hezîranê de ji herêma Eşrefiyê hatin kirin. Di vî şerê li ser destwerdana hêzên me de bi qasî hatiye zelalkirin 2 endamên çete hatin kuştin."

LI DORA EFRÎNÊ ÇETEYEK HAT KUŞTIN

Navendê diyar kir, komên çete roja 4'ê Hezîranê hewl dan êrîşî gundê Belon ê Efrînê bikin û di encama destwerdana hêzên wan de li vir şerekî dem kurt qewimiye. Di vî şerî de çeteyek hat kuştin.