YPG: Hesekê ji çeteyan hat paqijkirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê bajarê Hesekê bi temamî ji çeteyan paqij kirin û çete 4 kîlometreyan dûrî bajar kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê bajarê Hesekê bi temamî ji çeteyan paqij kirin û çete 4 kîlometreyan dûrî bajar kirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyona rizgarkirina bajarê Hesekê daxuyaniyek nivîskî weşand û agahî dan.

Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê wiha ye: “

Operasyonên hêzên me yên bi armanca paqijkirina bajara Hasekê ji çeteyên DAIŞ’ê dabûn destpêkirin berdewam dike.

Operasyona hêzên me ya şeva derbasbûyî li taxa Zihur a başûrê Hasekê dabûn destpêkirin duh di saetên roj û şevê de berdewam kir. Hêzên me şevê din operasyonên xwe li ser komên dawî ya ku di nava bajêr de mabûn zêde kirin û heta ber destê sibê bênavber berdewam kirin.

Hêzên me piştî pevçûnên dijwar, qada ku heta herêma Panorama dirêj dibe bi temamî ji çeteyan paqijkirin. Hêzên me derbên giran li çeteyan xistin û dawî de Hasekê bi temamî ji çeteyan paqij û azad kirin. Hêzên me îro siharê jî ji aliyekî ve di cihên ku çete dagir kiribûn de xebatên legerîne meşandin, li aliyekî din de çeteyan heta 4 km dûrî bajêr xistin.

Di pevçûnên şevê din de maşînekî leşkerî, tevî 6 çeteyên di nav de ji aliyê hêzên me ve hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndar û bîlançoya pevçûnan a giştî operasyona hêzên me, hîn nehatiye zelalkirin.̎