YPG: Êrîşên çeteyan ên li Sirînê bi temamî hatin şikandin
YPG'ê diyar kir ku operasyonên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Sirînê bi temamî hatine şikandin.
YPG'ê diyar kir ku operasyonên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Sirînê bi temamî hatine şikandin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên duh bi şev li derdora bajarokê Sirînê dan destpêkirin, bi temamî hatine şikandin.
YPG'ê diyar kir ku di navbera komên çete yên bi kincên sivîl xwe berdan nava bajarokê Sirînê û şervanên YPG/YPJ'ê de duh danê sibehê şerekî giran qewimî û destnîşan kir ku di encama şerê tevahiya rojê de ev êrîşa çeteyan hat şikandin.
Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vî şerê sîng bi sîn de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 8 termên çeteyan bi dest xistin.
Di daxuyaniya duh a ji aliyê Fermandariya Kobanê ve hatibû belavkirin de hatibû gotin ku 7 hevrêyên me gihîştine şehadetê. Di şerê heta êvarê dewam kir de 6 hevrêyên me yên din bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê. Bi vî awayî di şerê 24 saetên dawî de bi giştî 13 hevrêyên me gihîştine şehadetê.
Çeteyên DAIŞ'ê şevê din ji aliyê Cerablûsê ve bi çekên giran û topan êrîş birin li ser çeperên hêzên me yên li ber Çemê Firatê. Piştî hêzên me bersiv dan, çete neçar man êrîşên xwe bidin sekinandin."
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser operasyona li Hesekê jî ev agahî da:
"Operasyonên hêzên me yên ji bo paqijkirin Hesekê ji çeteyan, dewam dikin.
Hêzên me şevê din ji taxa Neşwê ber bi herêma Panorama ya li başûrê bajêr ve bi pêş ketin. Operasyona ku li hember çeteyên ketibûn taxa Hey Zihur hat lidarxistin, bi awayekî serketî berdewam dike. Di vê operasyonê de hêzên me derbên giran li çeteyan xistin.
Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê herême 18 termên çeteyan, 13 kleş, 2 BKC, 1 roketavêja B7 û bêtelek bi dest xistin. Operasyona hêzên me didomin."