YPG: Êrîşa çeteyan hat şikandin, 9 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Bendava Tişrînê hatiye şikandin û di encamê de 9 çete hatine kuştin.

Navenda  Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên 'Koalîsyona Sûriyeyê', ku pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê roja 18'ê Mijdarê bi topên hawanê êrîşî gundên Alwa û Azawî yên Şeddadê kirine.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê di sibeha 19'ê Mijdarê de êrîş birine ser gundê Şemseddîn ê li rojhilatbaşûrê Bendava Tişrînê ya Kobanê û ev agahî hat dayîn: "Piştî bersiv dayina hêzên me li qadê şerekî dijwar rû da. Di encama vî şerî de êrîşa çeteyan hat şikandin. Di şer de bi qasî hat zelalkirin 9 çete hat kuştin. Hêzên me tevî 4 termê çeteyan 3 kleş, 900 fîşekên kleşê û 12 bombeya destan bi dest xistin."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da zanîn, roja 19'ê Mijdarê piştî nîvro û danê şevê, çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê bi topên hawan û çekên giran 3 êrîşên cûda birine ser gundên Belûniyê, Eyn Deqnê û Maranez ên giredayî Efrînê."