YPG: Em xwe ji rojavayê ava Feratê nakşînin

Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl ji Radyoya Dengê Amerîka re axivî, got; “Ti kes nikare ji me re bêje ku xwe ji axa xwe bikşînin.”

Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a li dijî Cerablûsê, ne li dijî DAÎŞ’ê, lê li dijî Kurdan pêk hatiye. Xelîl da xuyakirin ku wê xwe ji rojavayê ava Feratê nedin paş û ti kes jî wê nikaribe tiştekî wisa li ser wan ferz bike.

Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl ji Radyoya Dengê Amerîka re axivî, got; “Ti kes nikare ji me re bêje ku xwe ji axa xwe bikşînin.”

Peyama Rêdûr Xelîl wiha ye;

“Destwerdana dewleta Tirk a li ser Cerablûsê helwestek dijminane ye. Hedefa esas a vê operasyonê, ne DAÎŞ e, gelê Kurd û destkeftiyên wê ne. Em li rojavayê Feratê, di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de cihê xwe digirin. Em li vir li ser axên xwe ne. Em li ser daxwaza hin kesan nikarin ji axa xwe derkevin. Em ne li gor Tirkiye ne jî li gor daxwaza welatekî din tevnagerin.

Dewleta Tirk nikare pozîsyona me ya li vir li gor berjewendiyê xwe biguherîne. Hêzên me wê li wir bin û wê ti vekişandin jî çênebe. Ti kes ne xwedî maf e ku bêje ‘YPG’e xwe bikşîne’ û jixwe em jî vê qebûl nakin.”