YPG’e ya Kantona Kobanê encamnameya konferansa xwe aşkera kir

Encamnameya Konferansa Ji nû ve Avakirina YPG’ê ya Kobanê hat aşkerakirin

Fermandariya YPG/YPJ’ê ya Kantona Kobanê bi daxuyaniyekê encamnameya konferansa xwe ya ‘Ji nû ve Avakirina YPG’ê’  aşkera kir û diyar kir ku konferansa wan serkeftî bidawî bûye.

Daxuyaniya nivîskî ku ji çapemeniyê re hatiye dayîn wiha ye:

“Konferansa jinûve avakirina YPG’ê ya Kantona Kobanê, bi beşdarbûna 350 delege û bi dirûşmeya “YPG’ê temînata parastina gelê Sûriyeyê ye” di navbera 30’ê Mijdarê û 2’yê Kanûnê de hat lidarxistin. Di konferansê de pratîka hêzên YPG’ê û YPJ’ê ya 3 salan a Kobanê bi awayekî berfireh hat nirxandin û der barê birêxistinkirina avakirina YPG de bîryarên girîng hatin standin.

Kantona Kobanê herêma yekemîn a ku YPG’ê lê hatiye ragîhandin. Di 19’ê tîrmeha 2012’an de bi rizgarkirina Kobanê ve YPG jî cara yekemîn li Kobanê hate ragîhandin. YPG’ê di parastina Kobanê de li hemberî êrîşên dijmin rolekî mezin lîst. Bi taybet di sala 2013’an de YPG bi beşdariya gelê Kobanê şerekî parastinê dijwar li hemberî çeteyên El-Nusra û Ehrar El Şam û hin komên çeteyên din meşandin û sînorê kantonê parastin. Di vê berxwedana rûmetê de gelê Kobanê bi sedan şehîd û birîndar dan. Tevî hemû êrîşên dijwar ên çeteyan, gelê Kobanê li gel şervanên YPG’ê di berxwedanê de israr kir, gav paş de navêt û li hemberî komên çeteyan biser ketin.

Di 2014’an we ev kevneşopiya berxwedanê li dijî terorîstên DAIŞ hate berdewamkirin. Gelê Kobanê bû sembola berxwedaniya li dijî çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan û hin dewletên herêmî piştî fam kirin ku nikarin vîna gelê Kurd ê li Kobanê bişkînin, nikarin di kesayeta YPG û gelê Kobanê de vîna berxwedanê gelê Kurd a li Rojava û Sûriye têk bibin, ji sê aliyan ve êrîşek anîn ser Kantona Kobanê. Çeteyên DAIŞ’ê ev êrîşa xwe wek şerê hebûn û tunebûnê û şerê damezrandina ‘Xîlafetê’ pênase kirin û berê hemû terorîstên cîhanê dan Kobanê. Dixwestin bi vî rengî vîna berxwedaniya gelê Kurd û tekoşîna azadiya Kurdistanê têk bibin. Ev êrîşa mezin ya di meha Îlonê 2014’an de destpê kir û bi rizgarkirina bajarokê Sirînê ve bidawî bû.

Bi giştî gelê Kobanê û bi taybet jî ciwanên Kobanê di vê berxwedaniyê de xwedî kedeke mezin bûn. Rast e, serkeftina berxwedaniya Kobanê encama xebateke kolektîf bû. Bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê û bi piştgiriya hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybet Bakurê Kurdistanê û hêzên şoreşger ên herêmê ev berxwedan gihişt serkeftinê.

Di konferansa me de rewşên dawî ya herêmê bi gîştî jî hate nirxandin. Li ser bingehê xurtkirina xetên parastinê û pêdiviyên jinûve avakirinê nirxandinên girîng hatin kirin. Her wiha guhartinên setratejîk ku Sûriye jiyan dike girîngiya tevlîbûna hêzên me ya refên Qiwatên Suriyeya Demokratîk (QSD) jî hat nirxandin. Di konferansa me de meclîsa leşkerî hat hilbijartin, dê fermandariyê ji hêzên YPG û YPJ’ê li herêmê re bike. Her wiha derbarê mezinkirina hêzên YPG’ê û YPJ’ê û xurtkirina perwerdeyên wan bi rêya avakirina akademiyên nû de biryarên girîng hatin girtin.

Di konferansê de rewşa pêkhateya ereb jî hate nirxandin. Wek tê zanîn piştî ku sînorê kantonê berfireh bû hejmarek mezin ji şêniyên pêkhateyên ereb jî tevlî kantonê bûn. Lewma bi armanca parastina kantonê, di nava hêzên YPG’ê de tevlîbûna pekhateyên ereb ji bo were zêdekirin hin biryar hat girtin.

Di konferansê de xala ku herî zêde hate nirxandin jî rola YPJ’ê di nava berxwedaniya Kobanê de bû. Şervanên me yên YPJ’yî bi lehengî û pêşengtiya xwe bûn mînaka berxwedaniyê. Di nava çeperên şer de bi lehengiyekî mezin parastina nirxên gelê Kurd û hemû nirxên mirovahiyê û jinên cîhanê kirin. Ji ber vê jî biryar hate girtin ku hêzên YPJ’ê xwe di nava pêkhateyên din de û bi taybet di nava pêkhateya ereb de birêxistin bike û hejmara xwe zêde bike.
Di konferansa me de di derheqê şehîdan de biryarên ku di Konferansa Berxwedana Kobanê de derketibûn esas hat girtin û careke din Kobanê wek bajarê şehîdan hat pejirandin.

Li ser vê bingehê em wek YPG û YPJ’ê konferansa me ya jinûve avakirina YPG’ê destpêke hemû malbatên şehîdan, hemû gelên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê pîroz dikin. Di serî de ciwanên li derveyî welêt em bang dikin ku hemû ciwanên Kobanê werin tevlî refên YPG û YPJ’ê cih bigrin û axa xwe biparezin.”