YPG'ê şehadeta şervanekî azadiyê ragihand
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Feyroz Cendrêsê yê ji pêkhateya Ereb e, gihiştiye şehadetê û ji malbat û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
YPG’ê ragihand ku şervanê wan Feyroz Cendrêsê yê ji pêkhateya Ereb e, gihiştiye şehadetê û ji malbat û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, got, îro şehadeta şehîd Feyroz ê ji pêkhateyê Ereb radigihînin û wiha domand: “Şehîd Feyroz di dema beşdariya xwe ya xebatên Yekîneyên Parastina Gel, bi ruhekî bilind para xwe di hemleyên dijî komên terorîstî de girt û di parastina gel û nirxên wan de têkoşînek cewherî tomar kir. Herî dawî hevalê Feyroz dema li ser karê xwe bû û erkên xwe bi cih tanî gihişt şehadetê. Bi vî awayî canê xwe yê pak li qada Rojavayê Kurdistanê kir fedayê nirxên pîroz.
Weke Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ, soza xwedîderketina xeta şehîdan û pêkanîna armanca wan dubare dikin û ji malbata şehîd û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”
Nasname şehîd wiha ye:
Nasnav: Feyroz Cendrêsê
Nav û Paşnav: Ehmed Mesrî
Navê Dayikê: Fatima
Navê Bav: Muhened
Cihê Jidayikbûnê: Cendrêsê
Cih û Dîroka Şehadetê: Cendrêsê/ 08 Tebax 2016