YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku li herêm Efrînê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku li herêm Efrînê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku li herêma Efrînê jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê, bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya her 2 şervanên xwe bi raya giştî re parve kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Di 18'ê Gulana 2016'an de, hevalê me Sîpan Efrîn li eniyên şer li dijî komên çeteyan li derdora Kantona Efrînê bi giranî birîndar bibû. Mixabin tevî ku ev 17 roj bûn li nexweşxaneyê dihat dermankirin, rixmê hewldanên doktoran hevriyê me Sîpan Efrîn nehat rizgarkirin. Îro 5'ê Hezîranê gihiştiye şehadetê.
Her wiha hevalê me Ciwan Efrîn dema ku erk û peywîrên xwe di nava yekîneya xwe de pêk tanî, di encama qezayekê de birîndar bibû. Piştî dermankirina çend rojan a li nexweşxaneyê, hevriyê me Ciwan Efrîn jî di 4’ê Hezîranê de gihişt şehadetê, tevlî karwanên Şehîdên Şoreşa Rojava bûye.
Bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de em ji malbatên her 2 şehîdan û tevahî gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin û bejna xwe li beramber wan ditewînin. Em careke din bi şehadeta hevrêyên xwe Sîpan û Ciwan soza xwe ya berdewamiya rêya şehîdan nû dikin.”
Nasnameya şervanên YPG’ê yên ku jiayan xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Sîpan Efrîn
Navê û Paşnav: Mesûd Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn, Jindrês / 1984
Navê Dayik: Meryem
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 05-06-2016
***
Nasnav: Ciwan Efrîn
Navê û Paşnav: Fexrî Silêman
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn, Şiyê / 1980
Navê Dayik: Fîdan
Navê Bav: Bekir
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn, Şiyê / 04-06-2016”