YPG’ê nasmaneya 2 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di meha Nîsan û Gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di meha Nîsan û Gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 2 şervanên xwe yên ku di meha Nîsan û Gulanê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 2 şervanan xwe yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
"Ji aliyê gelê xwe ji Portugalê ez li vir im, ku li kêleka gelê Rojava şer bikim" şervanê dilxwaz ê Yekîneyên Parastina Gel, Mario Nunes, ku bi navê Kendal Qehreman dihate naskirin hatina xwe ji bo Rojava wisa pênase dikir û çavderiyên xwe ji tevgera azadîxwaziya li Rojavayê Kurdistanê wisa tanî ziman: “Ev doz layîqê têkoşînê ye, tevgerek nû li vir ava dibe, demokrasiyek rast, şoreşek ku her kes pêwîst dike ku alîkariya wê bike û her tim nîqaş bike. Hevalê Kendal ku di destpêka sala 2015'an tevlî xebatên Yekîneyên Parastinê bibû, di çend çalakî û operasyonên li hember komên terorîst ên li Kantona Cizîrê de cihê xwe girtibû, Kendal di 3'yê Gulana 2016'an di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Her wiha heval Gelhat Qerecdax (Enwer Înan) dema ku di nav tabura xwe li eniyên Hesekê li ser peywira xwe bû, di 10'ê Nîsana 2016'an piştî qezayekê gihîştiye şehadetê.
Weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG), em di kesayeta her 2 şehîdan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, di serî de malbata pakrewanan, ji gelê Rojava û milletê Portugalê re sersaxiyê dixwazin. Berdewamiya rêya şehîdan wê rêya me be.”
Nasnameya şervanên YPG’ê wiha ne:
Nasnav: Kendal Qehreman
Nav û Paşnav: Mario Nunes
Cihê Jidayikbûnê: Portugal / 1994
Navê Dayik: Lucia
Navê Bav: Mario
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Temir / 03-05-2016
***
Nasnav: Gelhat Qerecdax
Nav û Paşnav: Enwer Înan
Cihê Jidayikbûnê: Riha / 1991
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Abbas
Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 10-04-2016