YPG’ê dewleta Tirk hişyar kir
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ji 24’ê Tîrmehê û ve tevgerên provokatîf li hember Rojavayê Kurdistanê dike û got ku Tirkiye ji encamên tevgerên xwe berpirsyar e.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ji 24’ê Tîrmehê û ve tevgerên provokatîf li hember Rojavayê Kurdistanê dike û got ku Tirkiye ji encamên tevgerên xwe berpirsyar e.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê ji 24’ê Tîrmehê û ve tevgerên provokatîf li hember Rojavayê Kurdistanê dike û got ku Tirkiye ji encamên tevgerên xwe berpirsyar e. Fermandariyê her wiha ji hevkarên xwe yên hevpeymana navneteweyî yên li dijî DAIŞ’ê jî xwest ku helwesta xwe ya li hember tevgerên Tirkiyeyê zelal bike.
Têkildarî tevgerên balafirên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û êrîşên artêşa Tirk yên li ser çeperên YPG’ê û Burkan El-Firat Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Fermandariyê ji Tirkiyeyê xwest ku helwesta xwe zelal nîşan bide û got ku Tirkiyeyê ji ber tevgerên xwe yên provokatîf berpirsyare. Fermandariyê her wiha ji hevpeymana Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê jî xwest ku der barê tevgerên Tirkiyeyê yên li ser Rojava helwesta xwe nîşan bide.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:
“Roja 24’ê Tîrmehê saet di 04.30’an de tangên Tirkiyeyê nuqteyeke YPG û Burkan El-Firat li gundê Zor Mexar a rojavayê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de 4 şervanên Burkan El-Firat û 2 sivîl birîndar bûn. Di roja 26’ê Tîrmehê de jî saet 22.00’an tangên dewleta Tirkiyeyê careke din heman nuqte topbaran kirin. 7 top li heman ketin. Di heman rojê de saet di 23.00’an de leşkerên Tirkiyeyê li gundê Til Findir a rojavayê Girê Spî wesayîtek YPG’ê gulebaran kirin.
Di 28’ê Tîrmehê de jî leşkerên Tirkiyeyê gule li endamên Erka Xweparasitnê yên alîkariya sivîlan dikirin reşandin, di encamê de endamekî Erka Xweparatinê birîndar kirin.
Di 30’ê Tîrmehê de jî saet di 04.20’an de û heta saet 05.00’an balafirên keşfê yên Tirkiyeyê bi awayekî nizm li ser ezmanên herêma Rimêlan û Qerçox geriyan. Carde di 30’ê Tîrmehê de saet di navbera 09.00 û 11.00’an de balafirên şer ên Tirkiyeyê li ser ezmanên bajarên Sirîn û Kobanê geriyan, di heman demê de bajaroka Sirîn rastî êrîşeke dijwar a komên çete yên DAIŞ’ê hat. Her wiha hin komên çete derbasî bajarok bûn û nuqteyên YPG’ê hedef girtin. Di encamê de 7 şervanên me şehîd bûn. Bi vê yekê hejmara şervanên me yên di wê rojê de şehîd bûne gihişt 11 şervanan.
Di roja 31’ê Tîrmehê de saet di 11.00’an û heta 12.00’an balafirên keşfê yên Tirkiyeyê çûn û hatina herêma Qerçox kontrol dikirin, kontrolkirin di xeta berê de pêk dihat.
Em wekî Fermandariya Gişt ya YPG’ê tevî ku me ragihandine ku em ne beşek ji bûyer û şerê di hundirê sînorê Tirkiyeyê de ku di navbera PKK’ê û dewleta Tirkiyeyê de têne kirin, lê dewleta Tirkiyeyê nuqteyên me hedef girt.
Li ser esasê bûyerên me rêz kirin, em van tevgerên Tirkiyeyê wekî provokasyon dinirxînin û li ser wî esasî em ji Tirkiyeyê dixwazin ku helwesta xwe bi awayekî fermî diyar bike, her wiha dest ji kiryarên xwe yên provokatîf berde, ji ber tevgerên bi vê rengê eger dom kir, wê dewleta Tirkiyeyê ji encamên wê berpirsyar be. Di heman demê de em bang li hevkarên xwe yên Hevpeymana Navneteweyî yên li dijî DAIŞ’ê dikin ku helwesta xwe ya li hember van tevgerê Tirkiyeyê diyar bikin.