YPG’ê bîlançoya meha Gulanê eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê meha Gulanê ragihand.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê meha Gulanê ragihand.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê meha Gulanê ragihand. Li gor daxuyaniyê di meha Gulanê de 101 çeteyên DAIŞ’ê û Koalîsyona Sûriyeyê hatine kuştin, gelek alavên leşkerî hatin bidestxistin. YPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku artêşa Tirk di meha Gulanê de 13 caran êrîşî xaka Rojava kiriye.
Her wiha YPG’ê ragihand ku di meha Gulana 2016'an de 21 hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
“Di Gulana 2016'an de komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê bi dehan caran bi topên hawan, topên destsaz û sîlahên giran êrîşên xwe li dijî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dewam kirin. Di encama wan êrîşan de 8 ji welatiyên Şêx Meqsûd şehîd, 48 welatî jî birîndar bûne û ziyanên mezin gihîşitiye avahiyên sivîl li taxê.
Di vê mehê, di 13 carên ku artêşa Tirkiyeyê sînorên Rojava binpê kiriye û êrîş pêkanîne, 2 welatiyên Rojava li Kantona Kobanê birîndar bûne. Her wiha di van êrîşan de ziyanek mezin gihîştiye malên sivîl, dar û eraziyên Kantona Efrînê.
Di Gulana 2016’an de, êrîşên bêserûber ji aliyê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li bêjahiyên Kantona Efrînê 2 welatiyên Rojava birîndar kirine û zirarên berbiçav gihandiye mal û milkên welatiyan.”
YPG’ê detayên bîlançoya meha Gulanê wiha da:
“Çalakî û operasyonên ku hêzên me pek anîne : 14 (Ji wan 4 ji aliyê Yekîneyên Antî-Teror pêk hatiye)
Pevçûn û temasên hêzên me ketinê: 140
Çalakî, êrîş-operasyon û temas-pevçûnên encam nediyar: 3
Êrîşên artêşa Tirk li dijî xaka Rojava: 13
Êrîşên rejîma Sûriyeyê ya li dijî hêzên me: 2
Hejmara dijminên hatine kuştin: 101 (49 endamên hêzên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê + 52 çeteyên DAIŞ’ê)
Hejmara cenazeyên dijmin ên ku hatine bidestxistin: 33
Hejmara dijminên ku dîl hatine girtin: 3
Amûr û çekên dijmin ên ku hatine rûxandin: 1 maşîneya leşkerî / Haweneke 120mm / 5 guleyên hawana 120mm
Amûr û çekên dijmin yên ku hatine bidestxistin: 3 rokêtên Katyuşa / 11 sîlahên klaşnikov / 6 bombeyên destan / 3 roketavêjên RPG / 1 BKC / 16 Jerjor / 2 motor
Şehîdên me: 21”