YPG: Çeteyan darbên giran xwarin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku piştî şkandina êrîşên berfireh ên çeteyên DAIŞ’ê, şevê din jî bi 3 wesayîtan êrîşî bajaroka Eyn Îsa hatiye kirin, lê ev êrîş jî hatiye şkandin û operasyonên li herêmê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku piştî şkandina êrîşên berfireh ên çeteyên DAIŞ’ê, şevê din jî bi 3 wesayîtan êrîşî bajaroka Eyn Îsa hatiye kirin, lê ev êrîş jî hatiye şkandin û operasyonên li herêmê didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku piştî şkandina êrîşên berfireh ên çeteyên DAIŞ’ê, şevê din jî bi 3 wesayîtan êrîşî bajaroka Eyn Îsa hatiye kirin, lê ev êrîş jî hatiye şkandin û operasyonên li herêmê didomin. Navendê destnîşan kir ku li herêma Kobanê jî êrîşa çeteyan hatiye şkandin û li hin cihan jî pevçûn didomin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê 24 saetên dawî yên operasyonên li herêma Cizîrê û Kobanê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonên li herêma Cizîrê ev agahî hatin dayîn:
“Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo, di roja xwe ya 64’an de bi tevlîbûna hêzên me yên kantonên Cizîr û Kobanê berdewam dike.
Hêzên me bi şkandina êrîşên çeteyan a li herêma di navbera Eyn Îsa û Çiyayê Kezwanê de darbeyên mezin li çeteyan xistin. Tevî vê jî komên çeteyan bi hêz û çekên teqwiyê ve hewl didin hebûna xwe ya li herêmê biparêzin.
Komên çeteyan şevê din bi 3 wesayîtên leşkerî ve li hember bajaroka Eyn Îsa êrîşekî nû lidar xistin. Bi mûdexaleya hêzên me ve li qadê pevçûnên dijwar hatine jiyîn. Hejmara kuştî û birîndarên di vê êrîşê de nehatiye zelal kirin. Piştî pevçûnên li vê qadê hin çeteyan xwe li bejahiya bajarok belav kirin û hêzên me ji bo girtina van çeteyan operasyonek da destpêkirin.
Rêhevalekî me ku bi lehengî şer dikir, di van pevçûnan de gihişt şehadetê.
Duh piştî nîvro komên çeteyan êrîş birin ser gundê Şergirat a li ser rêya Girê Spî-Reqa. Pevçûnên dijwar ên ku piştî êrîşên bi 2 baskan hatin lidarxistin destpê kirin, hîn jî bi navber berdewam dikin.
Xebata lêgerîna hêzên me ya li qadên rojavayê çiyayê Kizwanan berdewam dike. Di encama van xebatan de li gundê Bedî 6 termên din ên çeteyan hatine bidest xistin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyonên YPG/YPJ’ê yên li başûrê Kobanê li dijî qadên di bin dagirkeriya çeteyan de tên meşandin berdewam dikin û wiha hate gotin:
“Komên çeteyên ku bi armanca astengkirina pêşketina hêzên me giranî dane êrîşên xwe, duh siharê li hember gundê Serêkaniyê û Maxaretên êrîşên nû lidar xistin. Hêzên me êrîşên gundê Serêkaniyê bi temamî şikandin, lê pevçûnên li gundê Maxaretên hîn jî berdewam dikin.”