YPG: Artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Kobanê kirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşî gundê Ziyaret ê Kobanê kir, da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê jî bi çekên giran li bajarokê Şêxler ê Kobanê dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk êrîşî gundê Ziyaret ê Kobanê kir, da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ’ê jî bi çekên giran li bajarokê Şêxler ê Kobanê dane.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkîldarî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û Tirk, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî axa Rojava li dar dixe berdewam dike.
Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 8’ê Hezîranê bi çekên giran êrîş bir li ser gundê Ziyaret a dikeve rojavayê Kobanê. Arteşa Tirk di heman demê mayinên li ser xeta sînor jî teqandiye û gelên vê herêmê xistiye nava tirs û xofê. Dîsa arteşa Tirk agir berdaye vê herême.
Di saetên roj û şeva 8’ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a dikeve rojavayê başûr a Kobanê. Komên çeteyan saetên şevê de hewldan ji vê herême tekevin qadên me jî. Piştî destwerdana hêzên me çete neçar man ji qadê birevin.”