YPG: Artêşa Tirk li dijî xaka Rojava êrîşên xwe didomîne
Navenda Ragihandina YPGʹê diyar kir ku artêşa Tirk duh malên sivîlan ên li gundên ser sînor û çeperên şervanên YPGʹê yên li rojhilat û rojavayê Kobanê gulebaran kirine.
Navenda Ragihandina YPGʹê diyar kir ku artêşa Tirk duh malên sivîlan ên li gundên ser sînor û çeperên şervanên YPGʹê yên li rojhilat û rojavayê Kobanê gulebaran kirine.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Rojava bi dijwarî berdewam dike û got; “Di çarçoveya van êrîşan de roja 18ʹê Kanûnê arteşa Tirk li ser xeta sînor a rojhilat û rojavayê Kobanê êrîşên cur bi cur pêk anîn.”
‘ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ MALÊN WELATIYAN Û ÇEPERÊN HÊZÊN ME KIR’
YPG’ê daxuyanî wiha domand;
“Di saetên sibehê de arteşa Tirk bi çekên navîn û çekên giran gundên bi navê Yabse, Kuran, Tilxandrê û Kurtek ên dikevin rojhilatê Kobanê kirin hedef û bêserûber li ser malên welatiyan û çeperên hêzên me gule reşandin.
Di heman rojê ber bi êvarî ve balafirek keşfê ya bêmirov a artêşa Tirk li ser gundê Ziyaret û xeta sînor a rojavayê Kobanê geriya û hewl da cihê çeperên hêzên me zelal bike.
Heman şevê saet navbera 23.00 û 24.00’an jî artêşa Tirk bi çekên giran êrîş birin li ser gundên Sitefke û TilŞair ên dikevin rojavayê Kobanê.”
‘HÊZÊN ME DI ASTA PÊWÎST DE BERSIV DA ÇETEYAN’
YPG’ê herî dawî ragihand ku êrîşên çeteyên giredayî Koalîsyona Sûriyê û El Nusra jî berdewam dikin û got; “Çeteyan di saetên nîvro ji roja 18ʹê Kanûnê ve bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Başemrê ya giredayî navçeya Şêrawa ya Efrînê. Hêzên me jî di asta pêwîst de bersiv dan çeteyan.ʺ