YPG: Artêşa Tirk êrîşî çeperên YPG'ê yên li gundê Ziyaretê kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hemberî xaka Rojavayê Kurdistanê didomîne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, êrîşên komên çete yên ser bi qaşo koalîsyona Sûriyeyê yên li hemberî taxa Şêx Meqsûdê dewam dikin.

ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ TAXA ŞÊX MEQSÛDÊ

Di daxuyaniyê de li ser van êrîşan ev agahî hat dayîn:

"5 û 6'ê Hezîranê, komên çeteyan li dijî taxa Şêx Meqsûd, Girê Şikeyf, Şara 20'an û gundê Pîno bi topên hawan û topên cehenemê êrîşên cuda kirin. Komên çeteyan bi awayekî hemwext hewldan têkevin nava taxa Şêx Meqsûd. Piştî bersîvdayîna hêzên me ya li dijî êrîşên çeteyan li qadên navê wan hat dayîn de şerekî dijwar rû da. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ê di vî şerî de  nehatiye zelalkirin. Hêzên me êrîşekî din a çeteyan ku ji milê Eşrefiyê hat kirin êrîş têk birin. Bi qasî hat zelal kirin li vir çeteyek hat kuştin. 

3 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Di şerên 2 rojên dawî de 3 hevalên me yên ku di şikandina êrîşên çeteyan de bi lehengî şer kirin gihîştin şehadetê."

Navendê da xuyakirin, ku komên çeteyan roja 5'ê Hezîranê bi  topên hawan û cehenemê êrîş birin ser gundê Başemrê yê navçeya Şerawa ya Efrînê. 

ÊRÎŞÊN ÇETEYAN ÊN JI CERABLÛSÊ

Di dewama daxuyaniya YPG'ê de li ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ji aliyê Cerablûsê ve, ev agahî hatin dayîn:

"Çeteyên DAIŞ'ê roja 5'ê Hezîranê ji saet 19.00 heta sibeha 6'ê Hezîranê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn û Cerablûsa Jorîn bi topên hawan û çekên giran êrîş birin ser bajarokê Şêxler ê li başûrrojavayê Kobanê. Hêzên me jî bi awayekî hemwext noqteyên çeteyan ên êrîş jê çêdibûn kirin hedef û li wan dan. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehat zelalkirin.

Hêzên me li qada ku piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya 4'ê Hezîranê li dijî bajarokê Şêxlerê lidarxistibûn û 8 termê çeteyan ketibû destê hêzên me de xebata legerînê meşandin. Di encama van xebatan de 3 termê din ên çeteyan ku di vî şerî de hatibûn kuştin, 1 bêtel û hîn alavên leşkerî bi dest xistin."

LI DERDORA ŞEDADÊ OPERASYONA LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê

Navendê diyar kir, roja 6'ê Hezîranê saet di 00.30 de hêzên wan 3 km li başûrê gundê Mekmen ê girêdayî bajarokê Şedadê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê operasyonek lidar xistine û got, "Di operasyona ku li dijî yekeyeke çeteyan a amedekariya êrîşê dikirin hat lidarxistin de, 2 çete endamên çete  bi awayekî mirî hatin bi dest xistin. Hêzên me tevî 2 termê çeteyan dest danîn li ser 2 kleş, 1 rext, 10 şarjor û 300 fîşekên kleşê, 1 rexta xwekujiyê, 1 bombeya destan, 2 bêtel, funyeyên mayînê û motorek."

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî xaka Rojava dewam dikin û hat gotin, "Artêşa Tirk di 6'ê Hezîranê saet 22.00 de bi çekên giran êrîş bir ser çeperên hêzên me yên li gundê Ziyaretê yê li rojavayê Kobanê."