YPG: 5 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku di encama êrîşên çeteyan û bersivdayinê wan de 5 çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûriyeyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand ku êrîşên çeteyên girêdayî Koalîsyona  Sûriyeyê berdewam in û diyar kir ku di encama êrîşên çeteyan û bersivdanê de van êrîşan de 5 çete hatin kuştin.

YPG’ê têkildarî êrîşên çeteyan yên di navbera 16-18’ê Mijdarê de wiha got:

‘HÊZÊN ME DI HEMAN ASTÊ DE BERSIV DAN’

‘’Çeteyan 16’ê Mijdarê pişt nîvro û 17’ê Mijdarê saetên nîvro de li milê Mamela Zeytê ya ku dikeve nêzî Maamela Şikeyf, hewl dan ku 2 êrîşên cuda li dar bixin. Di şerê vê herêmê de bi qasî ku diyar bû bi giştî 4 çete hatin kuştin.

17’ê Mijdarê çeteyan li milê garaja otobosan êrîş birin li ser hêzên me. Piştî bersivdayina hêzên me li vê qadê şerekî demkurt pêk hat. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ê di vî şerî de zelal nebûye.

Çeteyan 18’ê Mijdarê jî hewldan ji milê Girê Şikeyf êrîş bibin li ser çeperên hêzên me. Piştî destwerdana hêzên me li vir jî şer qewimî û qasî hat zelalkirin çeteyek hat kuştin.

Çeteyan roja 16 û 17’ê Mijdarê êrîş birin li ser Efrînê jî. Çeteyan ji milê Kil Cibrîn û Kefer Xaşer bi topên hawan û çekên giran êrîş birin li ser gundên Eyn Deqnê, Merenaz û Berada Malikiyê ya giredayî navçeya Şera ya Efrînê.

Hêzên me jî di heman astê de bersiva çeteyan dan û bi topên hawan û çekên giran li çeperên wan xistin. ‘’