YPG: 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Êrîşên komên çete yên li başûr û başûrrojavayê Kobanê hatin şikandin û 12 çete hatin kuştin, yek jî bi birîndarî hat girtin.

Êrîşên komên çete yên li başûr û başûrrojavayê Kobanê hatin şikandin û 12 çete hatin kuştin, yek jî bi birîndarî hat girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li Kantona Kobanê êrîşên çeteyan hatine şikandin û di encamê de 12 çete hatine kuştin, yek jî bi birîndarî hatiye girtin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê de ev agahî hatin dayîn: "Agahiya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya ku 1’ê Kanûnê saet 04.00’an li dijî gundê Mirxab ê rojavayê bajarokê Eyn Îsa (Bozanê) yê giredayî Kobanê kiribûn bi raya giştî re hatibû parvekirin. Piştî şerê li vê herêmê xebatê lêgerînê yê hêzên me bi dawî bûye. Di encama bîlançoya şer derketiye holê jî hat diyarkirin.

Di vî şerî de 12 çete bi awayekî mirî, çeteyek jî bi birîndarî hatine bidestxistin, hawanek û doçkayek çeteyan jî hatiye rûxandin. Hêzên me li vê herême 12 kleş, 62 jarjor û 1.000 guleyên kleş, 1 BKC, 30 bombeyê destan, 12 mayinê bi dest hatiye çêkirin, 1 bêtel, 1 dûrbîna termal, 15m korteks û 10 rextên çeteyan bi dest xistin.

Di 2’ê Kanûnê jî di navbera saetên 02.30-03.00 û 10.00-12.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê li dijî gundê Qereqozax ê başûr-rojavayê Kobanê 2 êrîşên bi topên hawan û çekên giran lidarxistin."