Berdevkê Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî ragihand ku Serokkomarê Iraqê Celal Talebanî Ii pêkhatina agirbesteke du alî ya di navbera PKK’ê û Tirkiyeyê de hewl dide.
Berdevkê Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Azad Cundiyanî ji PukMedia re axivî û got; “: “Hewlên Serok Talebanî ji bo agirbesta di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û Tirkiyeyê de berdewam in, ez bawerim encamên hewlên Serok Mam Celal wê di demeke nêzîk diyar bibin.”
Cundiyanî got: “Serok Mam Celal wê rola navbeynkariyê di navbera her du aliyan de bilîze, ji ber ku Mam Celal di wê baweriyê de ye ku, çareseriyên aştiyane dê her du aliyan nêzîkî hevûdu bike û berovajî wê jî şer û kuştin pirsê kûrtir dike.”
Berdevkê polîtboruya YNK`ê teqez kir ku, şer û pevçûnên di navbera PKK`ê û Tirkiyeyê de bandoriya xwe rasterast li ser Herêma Kurdistanê û Êraqê jî dike.
Der barê gelo peywendiyên Talebanî bi PKK`ê re hene ji bo rawestandina şer, Azad Cundiyanî got: “Bê guman, bê hebûna peywendiyan bi PKK`ê re wek aliyekî vî şerî agirbest ne gengaze, ji ber vê yekê peywendiyên Mam Celal bi Partiya Karkerên Kurdistanê re û hewldan ji bo agirbestê hene.”
Balkêş bû ev daxuyaniya YNK’ê piştî daxuyaniya Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay hat dayîn. Beşîr Atalaya roja înê di CNNTurkê de pirsên Hande Firat bersivand. Atalay got ku niha demeke cuda ye û got “ji bo çek bên danîn hevdîtinên wan hene.”
Atalay got ku bi Herêma Federal a Kurdistanê re hatine dawiya rê û wiha got: “Ev demeke cuda ye. Daxwaz û hevdîtin hene. Heta çekdanînê, heta teslîmbûnê hevdîtin hene. Ev hemû din ava xebat û hevdînan de ne. Ji bom e ya herî girîng çek danîne. Daxwaza me ev ew ku li Bakurê Iraqê rêxistina terorê çekan deyne. Serokwezîr jî piştî hevdîtina bi Mesud Barzanî re vegot. Divê çek bên danîn û ev herêm ji tororê bê paqijkirin.”
Her wiha, Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî beriya daxuyaniya Atalay di meha gulanê de du caran çûbû serdana Tirkiyeyê û balkêş bû ku tam di demeke wiha de hevdîtina di navbera Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Serokê AKP’ê û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de pêk hat.
DI 11 ROJAN DE 3 JÊ ŞAREDAR 300 BINÇAVÎ
Li aliyekê behsa çareseriya pirsgirêka Kurd tê kirin, li aliyeke din operasyonên siyasî yên li hemberî Kurdan ku di sala 2009 de dest pê kiribûn bê navber berdewam dikin. Tenê di nava 11 rojên meha hezîranê de 3 jê şaredar, zêdetirê 300 kes hatin girtin. Tevî Şaredarê Wanê Bekîr Kaya 108 kes hatin girtin.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hat weşandin de hevdîtinên CHP-AKP û daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay ên bi awayê “Çekdanîna PKK’ê di rojevê de ye” nirxand.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bersiv da daxuyaniyên Alîkarê Serokwezîrê Tirk Beşîr Atalay ên bi awayê “Çekdanîna PKK’ê di rojevê de ye” û got; “Di rewşeke ku li ser Kurdan polîtikaya leşkerî û tevkujiyê hevqasî tund tê meşandin û di neçareseriyê de israr têkirin de tenê ya tê hêvîkirin bilindkirina berxwedanê ye.” Bayik destnîşan kir ku têkiliya hevdîtina Kiliçdaroglû û Erdogan jî bi cidiyetê re tune ye.
Bayik wiha domand; “Heta Kurd mîna îradeyeke siyasî neyên naskirin û rêveberiya wan a xweser a demokratîk neyê qebûlkirin pirsgirêka Kurd çareser nabe. Tevî ku ev rastî tê zanîn jî di vê mijarê de gaveke bi tenê ya erênî nayê avêtin. Polîtîkayên tevkujiya çandî û serdestiya siyasî yên nû ku AKP’ê nikarîbû bi gelê Kurd bide qebûlkirin, niha bi hevkariya CHP’ê û AKP’ê dixwazin bidin qebûlkirin. Ji vê yekê pêde tu wateya vê hevdîtinê tune ye.