YNK'ê Walîtiya Silêmaniyeyê da Tevgera Goran

Di çarçoveya lihevkirina YNK û Tevgera Goran de Walîtiya Silêmaniyeyê radestî Tevgera Goran hat kirin.

Li dû dengdana li meclîsa wîlayeta Silêmaniyeyê, di çarçoveya lihevkirina navbera Tevgera Goran û YNK'ê de Waliyê Silêmaniyeyê Dr. Aso Ferîdûn îstifa kir û li şûna wî ji Tevgera Goran Dr. Heval Ebûbekir hat hilbijartin.

Merasîma guhertina erk û wezîfeyê ya navbera her du partiyan, îro pêk hat. Piştî civîna li meclîsa wîlayeta Silêmaniyeyê, Walîtiya Silêmaniyeyê û wezîfeyên serokatiya meclîsa wîlayetê di navbera Tevgera Goran û YNK'ê de dest guherandin.

Di civîna meclîsa wîlayeta Silêmaniyeyê de, ku 31 endamên YNK û Tevgera Goran lê amade bûn, dengdan hat kirin. Di vê dengdanê de îstifaya Dr. Aso Ferîdûn hat qebûlkirin û li şûna wî ji lîsteya Tevgera Goran Heval Ebûbekir hat hilbijartin.

Li şûna Dr. Heval Ebûbekir jî, ji bo serokatiya meclîsa wîlayeta Silêmaniyeyê, ji lîsteya YNK'ê Azad Heme Emîn hat hilbijartin û Enwer Tahir bû alîkarê wî.

Di rûniştina civîna li meclîsa wîlayeta Silêmaniyeyê de, Avan Cemal, Mihemed Resûl û Sebah Fatûş ên ji lîsteya YNK'ê nerazîbûn nîşanî biryara pevguhertina erk û wezîfeyê dan û rûniştin terikandin.