YNK’ê komkujî şermezar kir

Berdevkê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) êrîşên Tirkiye û komkujiya gundê Zergelê yê Qendîlê şermezar kir.

Berdevkê polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) êrîşên Tirkiye û komkujiya gundê Zergelê yê Qendîlê şermezar kir.

Berdevkê polîtburoya YNK’ê der barê bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê û qetilkirina welatiyên sivîl daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî li ser navê Berdevkê Polîtburoya YNK’ê Îmad Ehmed hat weşandin.

Di daxuyaniya YNK’ê de wiha hat gotin: “Em bi tundî êrîşên balafirên Tirkiyeyê yên li dijî xaka Herêma Kurdistanê û bi taybet bombebarana îro ya li dijî gundên qûntara çiyayê Qendîlê, şehîd û birîndarbûna welatiyên sivîl şermezar dikin. Lewra em daxwaz dikin ku di cih de ew bombebaran bên rawestandin û tezmînatê bidin kesên zerar dîtine. Her wiha em daxwaz dikin ku aliyên pêvajoya aştiyê berdewam bikin.”

Polîtburoya YNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bilî şehîd û birîndarbûna welatiyan, ji bilî hilweşandina xanî, şewitîna zevî û baxçeyê welatiyan û zerar gihandina navçeyê, bombebaran bûye sedem ku rûniştvanên li wan navçeyan bi neçarî penaber bibin. Lewra em daxwaz dikin ku tavilê civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirov bêdengiyê bişkînin. Her wiha ji bo rawestandina vê bombebaranê, komkujiya welatiyan û penaberbûna rûniştvanên li van navçeyan xebatê bimeşînin.”