YJA’yê tacawiza H.O bi tundî şermezar kir

YJA’yê tacawiza H.O bi tundî şermezar kir

Koordînasyoan Yekitiya Jinên Azad (YJA) êrîşa li hemberî jina bi navê H.O. ya li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê 5 kesên ku xwe wek polîs nîşan dan ve hat revandin û hat tecawizkirin, bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ew ê weke tevger û gel di demek nêzîk de hesabên bûyerên wiha bipirsin.

YJA’yê destnîşan kir ku êrîşên wiha bi awayeke plan, bi sîstem û rêxistinkirî li hemberî jina Kurd a ku pêşengiya têkoşîna azadiya gelê Kurd dike, tê kirin û diyar kir ku têkoşîna azadiya Kurdan bi pêşengiya jina Kurd pêş dikeve, ev yek jî dewleta AKP’ê û hin aliyê li pey rantê nerehet dike.

“BI KURTAJÊ ROJEV GUHERΔ

YJA’yê bal kişand ser daxuyaniya “Her kurtajek Qilaban e” ya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê hewl dide ku Komkujiya Qilabanê ji rojevê derbixe, ji bo vê yekê jî dixwaze hin aliyan bike qûrban. YJA got; “AKP’ê ji bo polîtîkaya xwe ya desthilat, faşîzan û nijadperest jinan weke qûrban hilbijartiye. Bi kurtajê xwestin rojevê biguherin.”

YJA’yê destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bi êrîşkirina li ser bedena jinê têkoşîna jinê ya her ku diçe xurtir dibe, bişkîne û wiha domand; “Ev nêzîkatî nîşan dide ka Erdogan jinan çiqas mîna meta û koleyan dibîne. Erdogan ku weke kargeha zarokan hildiberîne dibîne û di her carekê de hêrs û kîna xwe ya li hemberî têkoşîna jinan tîne ziman. Ji aliyeke din ve jî, hemû hêz û desthilatî kengî bikevin tengasiyan, destpêkê jin û têkoşîna wê weke qûrban hildibijêrin. Ya îro Erdogan û desthilatiya wê dike ev e."

YJA’yê bang li hemû aliyê demokrat, bihîstiyar, raya giştî û bi taybet jinan kir ku li hemberî van polîtîkayên bi vî awayî hişyar bikin û sekneke rêxistînî nîşan bidin. YJA’yê got; “Di serî de hemû jin, em bang li hemû alî û derdorên bihîstiyar dikin ku dengê xwe yê li hemberî van êrîş û polîtîkayan bi awayek bilinditir derbixin , berxwedan û têkoşîna xwe xurtir bikin.”