Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di şexsê fermandarê pêşeng Mahsûm Korkmaz (Egîd) de ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê ve çanda berxwedanê ya hezaran salan a gelê Kurd veguherand vejînê, tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî û got, “32. Salvegera Cejna me ya Berxwedanê di serî li afirînerê jiyana azad Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û li hevalên xwe yên li ser şopa Egîdan li her çar parçeyê Kurdistanê şer û têkoşînê dimeşînin pîroz dikin.”
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha dewam kir: “Di pêvajoyeke wisa de ku dewleta faşîst a Tirk bêperwa berê xwe dide, gelê Kurd bi zext û îmhayek giran re hevrû bûye, Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku guleya yekem a li dijî tevahî zext, zilm, îmha û koletiyê ye, tê wateya şênberbûn û praktîzebûna herî şênber a ji hemleyên şoreşger azadîxwaz ên Rêbertiya me. Di pêvajoyek wisa de ev gava dîrokî her roj hê mezintir û xurttir dibe. Ji ciwanan heta pîran, ji jinan heta mêran, ji karkeran heta kedkaran, ji Kurdan heta Tirkan, veguheriye tevgerek mezin a azadiyê ku her beşê di nav xwe de dihewîne. Li ser vî esasî bûye pêngavek azadiyê ya hêviya gelên Rojhilata Navîn, hilma wan a jiyanê.
Şertên ku Pêngava 15’ê Tebaxê derxist holê, dîktator, rejîma faşîst ên ji bo gelan tehdîd bûn, îro jî bi xetereyek hê mezintir xwe nîşan dide. Hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê pêk hat, ji darbeyên heta niha pêk hatine cudatir bûye, hikûmeta AKP-Qesrê, ev hewldana darbeyê ji bo xwe kirin hincet û bi formulek nû ve veguherandine hewldana darbeyek siyasî. Bi vê hemleyê ve hewl didin tevahî beşên demokratîk berteref bikin, ber bi rejîmek faşîst, yekperest, darbekar ve gav bi gav bi pêş dikeve. Ev gef û taloke herî zêde jî li ser Rêbertî û gelê me pêş dikeve. Jiyan û azadiya Rêbertiya me ya ji bo gelê Kurd û şervanên wê mesela man û nemanê ye, sedema me ya bingehîn a şer e. Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê îro li Kurdistanê veguheriye hemleya Xweseriya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad. Çawa bi Hemleya 15’ê Tebaxê me tevahî darbekar bi erdê re kirin yek, em ê heman hêzên ku îro gefan li me, gelê me dikin jî bi heman ruhî berteref bikin. Ji ber ku ev ruhê hevalê Egîd îro xwe li her çar parçeyê Kurdistanê berbelav kiriye. Êdî her zarokekî Kurd, jin, ciwan, mêr, bi vî ruh û felsefeyê mezin dibe, li dijî dijmin, li ser vê xetê têdikoşe. Ti dijminê ku ev hêza nikare têk bibe, ti astengiyên ku nikare bibihure nîne; Ji Egîdan heta Berîtanan, ji Nûdayan heta Rojînan, Ji Arînan Heta Nûcanan, heta Rozayan, têkoşîna me ya azadiyê ya Egîdîbû ye, her tim bi ser ketiye.
Di vê merheleyê de ku têkoşîna me ya azadiyê gihiştiyê, wek gerîlayên YJA Starê bênîqaş bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo û wek peyrewê hevalê Egîd em ê şer bikin, ji bo azadiya Rêbertiya xwe û gelê xwe em ê xwe li ser xeta fedaî tijî bikin û serkeftina nîhaî bi dest bixin. Li ser vî esasî em gelê xwe dawet dikin ku têkoşîna jiyana azad mezin bikin, bang li tevahî ciwanên Kurd jî dikin ku bi ruhê Egîdan li derdora Rêber Apo xelekek ji agir ava bikin. “