Yilmaz a HDP'yî hate girtin

Bernamzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Semsûrê Ayten Yilmaz bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hate girtin.

Polîsên Tirk roja 2'ê Mijdarê avêtibûn ser taxên Sîteler û Cûmhûriyetê yên Semsûrê û Leyla Fîncan û bernamzeta HDP'ê ya parlamenteriyê Ayten Yilmaz binçav kiribûn.

Leyla Fîncan ji aliyê dozgeriyê hat berdan, lê dozgeriya Tirk bi îdîaya "propaganda rêxistina terorê" ji bo Ayten Yilmaz were girtin radestî dadgehê kir.

Dadgeha Tirk jî bi heman hincetê Yilmaz girt û şand Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê.