Yildirim: Hêzên demokratîk dixwazin em li Meclîsê bin
Yildirim: Zemîna parlamentê veguheriye navendeke afirandina nebaşiyan. Di rewşeke bi vî rengî de nebûna me ya li parlamentê, gelek tiştan dinixumîne.
Yildirim: Zemîna parlamentê veguheriye navendeke afirandina nebaşiyan. Di rewşeke bi vî rengî de nebûna me ya li parlamentê, gelek tiştan dinixumîne.
Piştî ku hikûmeta AKP/Qesrê di 4'ê Mijdarê de 10 parlamenterên HDP'ê bi rengekî neheq girt, ku hevserokên giştî jî di nava wan de hene, HDP'ê di 6'ê Mijdarê da da xuyakirin, ku ew xebatên xwe yên qanûndanînê disekinîne. Gelên Tirkiyeyê û raya giştî ya navneteweyî bi baldarî li benda nexşerêya siyasî ya HDP'ê ya dema nû ne.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yildirimd a xuyakirin, ku ji ber sekna HDP'ê ya li ser meseleya Kurd û mûxalefeta xwe ya li dijî desthilatdariya AKP'ê, bû yedef û got, "Desthilatdariya AKP'ê ev sal û nîvek e, di çarçoveya konsepta xwe ya tinekirin û tesfiyekirina hêzên mûxalîf de, ji akademîsyenan heta komeleyên xwendekaran, ji rêxistinên civakî yên sivîl heta partiyên siyasî hewl dide her kesên li dijî xwe xetere dibîne, bêdeng bike. Bi taybetî piştî ku blokeke faşîst li dû 15'ê Tîrmehê tevî CHP'ê ava kir, partiya me HDP ku weke yekane partiya mûxalefetê ma, bû hedef."
'DESTEK GIRÎNG E, LÊ TÊRÊ NAKE'
Yildirim diyar kir, desteka Yekîtiya Ewropa û raya giştî ya navneteweyî ya ji bo HDP'ê girîng e, lê têrê nake û wiha dewam kir: "Ji ber bûyerên niha li Tirkiyeyê diqewimin, di serî de welatên Yekîtiya Ewropayê her kes di nava tirs û fikaran de ne. Welat roj bi roj ji mafên mirovan ên gerdûnî qut dibe, ji aliyê siyasî, civakî, aborî û çandî ve xwe digire û ber bi rewşeke despot ve diçe. Lewma xwedîderketin û desteka derketiye holê ne tenê ji bo partiya me ye, ev yek weke encama fikarên li ser rewşa giştî derketiye holê. Baş e, ev destek têrker e? Li gorî me têrê nake! Dema di vê çarçoveyê de were nirxandin, partiya me hem ji bo wan hem jî ji bo Tirkiyeyê şensê dawî yê demokrasiyê ye. Eger ev keleh jî ji dest biçe, hingî di serî de dewletên Ewropa wê hemû dewletên rojavayî gelek tiştan ji dest bidin. Ji ber ku gefeke mezin a penaberiyê û terorê ji Tirkiyeyê li van dewletan tê xwarin. Xwedîderketina girîng e, lê têrê nake. Lazim e gavên şênber û xurt bên avêtin û bi rengekî vekirî xwedê lê bê derketin. Ji ber ku di rûdana van bûyeran de para dewletên rojavayî bi taybetî ya dewletên Ewropayê ne kêm e."
NEBÛNA ME YA LI MECLÎSÊ GELEK BÛYERAN DINIXUMÎNE
Yildirim diyar kir, beriya ew biryara dawî li ser nexşerêya xwe ya siyasî bidin, ew ê roja Sêşemê li hev bicivin û biryara xwe ya dema navberê bidin. Yildirim di dewama axaftina xwe de got, "Rojeva welêt di rewşeke cidî û jêneveger de ye. Zemîna parlamentê veguheriye cihekî afirandina nebaşiyan. Di rewşeke bi vî rengî de nebûna me ya li meclîsê gelek bûyeran dinixumîne. Gelek qanûnên li dijî civakê tên amadekirin, lê civak pê nahese. Ji ber vê yekê, hêzên demokratîk zexteke xurt li me dike ku em tevlî Meclîsê bibin. Mînak; di şeva bihurî de qanûna destavêtinê bi fen û fûtan li parlamentê hat qebûlkirin. Ji bo ev pêşniyar qanûn neyê pejirandin, mûxalefeteke cidî jî nehat kirin. Komeleyên ku piştî biryara me ya 6'ê Mijdarê em bi wan re di nava diyalogê de ne, ji me dixwazin ku em li Meclîsê amade bin. Wekî din, hêzên demokratîk ên li rojavayê welêt jî dixwazin, heta em biryara xwe ya dawî bidin, li Meclîsê bin. Mijara ku em ê roja Sêşemê li ser bisekinin, ev e. Di vê çarçoveyê de em ê roja Duşemê koma xwe bi rengekî li çapemeniyê girtî li hev bicivînin û vê rewşê binirxînin. Em ê biryara xwe ya ji bo dema navberê, roja Sêşemê ji raya giştî re eşkere bikin."
'LI DIJÎ VÊ REWŞÊ DIVÊ EM BI HEV RE HELWESTEKÊ NÎŞAN BIDIN'
Yildirim banga xwedîderketina li demokrasiyê kir û got, "Em hewl didin nexşerêya xwe ya ji niha û pê ve bi gelê xwe û hêzên demokratîk re diyar bikin. Em di nava lêgerîna hevparekirina têkoşînê de ne. Lewma bang li hemû hêzên demokratîk dikin, ku ji xwedîderketin û destekkirina HDP'ê wêdetir, hê bêhtir li ber xwe bidin û helwesteke hevpar nîşan bidin."