BI DÎMEN

Yên ji nava artêşa Tirk reviyan û tevlî gerîla bûn: Ne ji bo koledariyê, ji bo azadiyê şer bikin

Hejmara ciwanên ji leşkeriyê direvin û tevlî nava refên gerîla dibin, zêde dibe. Ciwanên tevlî gerîla bûn ji her kesên xwedî wijdan xwest, ji bo dewleta Tirk leşkeriyê nekin û bang li ciwanan kir, ku berê xwe bidin çiyayên azad.

Hejmara ciwanên ji leşkeriyê direvin û tevlî nava refên gerîla dibin, zêde dibe. Ciwanên tevlî gerîla bûn ji her kesên xwedî wijdan xwest, ji bo dewleta Tirk leşkeriyê nekin û bang li ciwanan kir, ku berê xwe bidin çiyayên azad.

Ciwanên ji nava artêşa Tirk reviyan û tevlî nava refên PKK'ê bûn, ji ANF'ê re axivîn.

BAGOK: MIN JI WAN RE GOT EZ Ê NEBIM KOLEYÊ WE Û JI NAVA LEŞKERIYA WAN DERKETIM

Gerîla Ozgur Bagok ê di dawiya sala 2015'an de li Luleburgaz a Kirklareliyê ji yekîneya leşkerî ya di nav de bû fîrar kir û tevlî nava refên PKK'ê bû got, "Fermandarên li wê derê timî zext li me dikirin. Zordarî û talan hebû. Ez jî du caran ji leşkeriyê reviyam. Carekê hatim girtin. Min ji wan re got, 'ez naxwazim leşkeriya we bikim, ez ê nebim koleyê we'. Dûre min ji fermandar re got, ez ê leşkeriyê nekim. Destûra derketina sûkê da min. Piştre ez venegeriyam nava leşkeriyê. Di Cotmeha 2015'an de tevlî nava refên gerîla bûm."

'LI ÇIYÊ WEKHEVÎ HEYE'

Bagok diyar kir, ew kêfxweş e tevlî nava refên gerîla bûye û destnîşan kir, ku cudahiya gerîlatiyê ji leşkeriya Tirk ew e; ne mecbûrî ye, bi dilxwazî ye, ne bi koledarî û zorê ye, xwe dispêre azadiyê. Bagok da xuyakirin ku li çiyê her kes wekhev e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li vir jiyan xweş e. Em perwerdeyê dibînin. Em rastiya xwe, bîrdoziya xwe nas dikin. Leşkeriya TC mecbûrî ye, mirovan dike kole. Lê li vir em ji bo gelê xwe bi dilxwazî têdikoşin. Li vir cihêkarî nîne. Fermandar bi awayekî cuda nêzî te nabin. Her kes wek hev e. Wekî din, em bi tenê perwerdeya leşkerî nabînin. Di heman demê de em perwerdeya bîrdozî, felsefî jî dibînin. Perwerdeya dîrokê jî dibînin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin."

Bagok bang li ciwanên Kurd kir û got, "Bila zilma tê kirin bibînin. Ji gelê me mirov tên kuştin. Ev zilma dewletê ye. Bila ew jî nebin koleyê dewletê. Bila li mirovên tên kuştin, tên qetilkirin bifikirin û neçin leşkeriyê. Ji bo azadkirina Rêberê xwe û xaka xwe, em li bendê ne her kes bên vê derê."

CÛDÎ: LI VÊ DERÊ HEVRÊTÎ Û RÛMET HEYE

Devrîm Cûdî yê ji Qersê ji leşkeriyê fîrar kir û tevlî nava refên PKK'ê bûg ot, "Li Mersînê ji dayik bûm û mezin bûm. Li Mersînê dewlet timî ciwanan di karê gemarî de dide xebitandin. Li vê derê, me hîn bêhtir ev rastî dîtin. Ji doza siyasî sal û nîvekê hatim girtin. Min leşkeriya xwe li Qersê kir. 5-6 mehan min leşkerî ji dewleta Tirk re kir. Piştî demekê, 2-3 caran ji leşkeriyê reviyam. Dûre fermandarê qereqolê li min da. Min jî destê wî şikand û di sala 2014'an de ji leşkeriyê fîrar kir. Vê carê ez venegeriyam. Piştre tevlî nava refên gerîla bûm. Leşkerî tiştekî bêaqilî ye. Lê gerîla, tiştekî bi dilxwazî tê kirin e. Li vê derê em ji bo gelê xwe, ji bo vîna xwe şer dikin. Ji bo azadiya gelê xwe em têdikoşin. Gerîlatî ji leşkeriya dewletê gelekî cudatir e, hîn bêhtir bi wate, bi rûmet û bedew e. Li vê derê di nava jiyanê de hevrêtî heye. Vîna azad heye."