Nûnerên Rêxistinên Saziyên Sivîl ên bakûrê Kurdistanê li ser mitînga ‘Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk’ daxuyanî dan û diyar kirin ku berpirsyarên bûyerên neyînî yên li bajêr dê pêk bê dê yên biryara qedexeya mitîngê dane bin.
Rêxistinên Saziyên Sivîl ên li Amedê li ser mitînga ‘Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk’ 14'yê Tîrmehê li qada Îstasyonê dê bê lidar xistin li baroya Amedê civîna hevbeş lidar xistin. Baroya Amedê, ÎHD, MAZLUM-DER, GUNSÎAD, Komeleya 78'an, KESK û TMMOB jî nav de gelek nûnerên Rêxistinên Saziyên Sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê Baroya Amedê M. Emîn Aktar li ser navê rêxistinan daxuyanî da û got; "Çarşema derbasbûyî me wekî Rêxistinên Saziyên Sivîl pilan dikir ku em li ser pêvajoya siyasî daxuyaniyeke hevbeş bidin, lê ji ber qedexekirina mitîngê rageşî çêbû û ji bo em jî rageşiyeke din çênekin me daxuyaniya xwe taloq kir. Amed ji hilbijartinên 12'yê Hezîrana 2011'an heta niha bûye bajarê qedexeyan. Erka dewletê ne qedexekirin e. Erka dewletê ew e ku zemînê tevlîbûna welatiyên xwe yên ji bo partiyên siaysî, komele û sendîkayan çêbike. Aşkeraye ku astengkirina îdarî ya vê mafê demokratîk encama vîna siyasî ye."
Aktar da zanîn ku wan 2 roj beriya niha xwestine bi Waliyê Amedê re hevdîtinê pêk bînin lê bi wan re hevdîtin pêk neanîne û wiha axivî: "Tevî ku daxwaza me ya hevdîtinê hat qebûlkirin jî Walî bi me re hevdîtin pêk neanî. Wekî Walî Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Mehmet Mehdî Eker jî bersiveke neyînî da me. Yên biryara qedexeyê dane dê berpirsyarê bûyerên neyînî bin. Wekî Rêxistinên Saziyên Sivîl hêviya me ew e ku li hemberî mirovên ku dixwazin meş pêk bînin û mafên xwe yên demokratîk bikar bînin zor neyê bikar anîn. Em hêvîdar in ku sibê tenê ji bo rojekê be jî bihîstiyar tev bigerin û nebin aliyê aloziyê gur dike."