Yekem car li Til Eranê xwepêşandana girseyî

Yekem car li Til Eranê xwepêşandana girseyî

Ji destpêka şoreşa azadiyê ya Sûriyeyê ve yekem car li di 6’ê tîrmehê de li navçeya Til Eranê ya Babê xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de berxwedana gel a li Efrînê ya bi pêşengiya TEV-DEMê hat silavkirin.

Bi hezaran kes li navçeya Til Eranê rabûn ser piyan û banga hilweşîna rejîma Esad kirin. Di meşê de hat diyarkirin ku ew xiyanetê şermezar dikin.

Rêveberên TEV-DEM’ê û endamên Komalên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê di axaftinên kir de bal kişandin ser yekitî û yekbûna gelê Kurd. Di axaftinê de hat diyarkirin ku neyên lîstokan û li hemberî cure xiyanetê hişyar bin.