Yekane rojev ewlekarî û tenduristiya Rêbertî ye -Cemîl Bayik

"Eger beranberî hin bangan Tevgera Azadiyê deklarasyonek belav kiribe, di vê kêliyê de rojeva yekemîn tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd e... Heta ji Rêberê Gelê Kurd agahî neyên bidestxistin anîna rojevê û guftûgokirina mijarên din bêwate ne."

Tevî bangên gelê Kurd û hêzên demokrasiyê, her wiha hişyariyên Tevgera Azadiya Kurd jî têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd ti agahî hêna ne hatiye bidestxistin. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo der barê ewlekarî û tenduristiya wî de agahiyan bigirin, xwestin biçin Îmraliyê, lê belê bersiveke erênî ji bo vê yekê nehate dayin. Tevî ku gelê Kurd der barê tenduristî û ewlekariya Rêbertiya xwe de di nava fikaran de ye jî bi îlana Rewşa Awarte ya 20’ê Tirmehê re hat îlankirin ku wê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd re pêk neyên. Ji ber vê yekê vekirî li dij gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê helwestek hatiye nîşandan. 

Niha li Tirkiyeyê pirsgirêka herî bingehîn ji hewldana 15’ê Tîrmehê ve agahî negirtina ji Rêberê Gelê Kurd e. Eger li Tirkiyeyê pirsgirêka herî bingehîn a Kurd be, niha rojeva yekemîn ew e ku ji tenduristî û ewlekariya Rêbertiyê agahî nayên bidestxistin. Ji ber vê yekê jî ji bo gelê Kurd rojeva bingehîn ev e. Ji bo Tevgera Azadiyê jî rojev ev e. Eger beranberî hin bangan Tevgera Azadiyê deklarasyonek belav kiribe jî, di vê kêliyê de rojeva yekemîn tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd e. Gelo bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin dikarin werin kirin, muzakere dikarin werin destpêkirin ev tev girêdayî helwesta desthilatdariya AKP’ê ne. Lê belê ji bo Tevgera Azadiya Kurd rojeva yekemîn tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd e. Heta ji Rêberê Gelê Kurd agahî neyên bidestxistin anîna rojevê û guftûgokirina mijarên din bêwate ne. Di vê kêliyê de ji bilî pirsgirêka Kurd axaftin û guftûgokirina li ser rojeveke din ji rê derketin e. Heta der barê tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd agahî neyên bidestxistin, tu kes nikare der barê pirsgirêka Kurd de tiştekî din baxife, her wiha nikare bifikire jî. 

Desthilatdariya AKP’ê her roj qala bi sedan şehîdên 15’ê Tîrmehê dike. Ji bo vê yekê organîzasyonên mezin tên kirin. Her wiha ji bo vê yekê li Yenîkapi hemû partî hatin civandin. Desthilatdariya AKP’ê ji bo yên bûne hedefa darbekaran hesasiyeteke hevqasî zêde nîşan dide, gelo di vê rewşê de gelê Kurd ji bo Rêbertiya xwe fikaran nake? Gelê Kurd wê bêje heta derbarê tenduristî û ewlekariya Rêbertiyê de ez agahiyê negirim ezê li gotineke din guhdarî nekim. Wê rojeveke din jî bala wê nekişîne. Rojav û rewşa yekane ya Tevgera Azadiya Kurd û Bakurê Kurdistanê li ser diponijin rewşa Rêberê Gelê Kurd e. 

Gelê Kurd ji desthilatdariya AKP’ê dipirse ka rewşa Rêbertiya wê çi ye û di vê mijarê de dixwaze demildest serwext bibe. Lê belê AKP’ê guhê xwe ji van daxwaziyan re digire. Beranberî vê rewşê ji bo gelê Kurd her cure çalakî ya ji bo Rêbertiya xwe li dar bixe rewa dibe. Gel qiyametê rake maqûl û mafdar e. Çend mehan agahî nesitandina ji Rêber Apo ji bo gelê Kurd lidarxistina her cure çalakiyê mafdar dike. Piştî 15’ê Tîrmehê ev gel ji bo Rêbertiya xwe dikare her çalakiyê pêk bîne. Niha ji bo civakê bingehê ku her cure çalakî mafdar be amade bûye. 

Ji berê ve di nava Tevgera Azadiya Kurd de dema Rêbertiya wê bû mijara gotinê pêşniyara bi hezaran çalakiyên fedaî tên. Vê carê jî rojane pêşniyarên çalakiyên feadî tên û her wiha hinek ji wan jî gihiştina qonaxa ku dibêjin ew ê êdî li tevgerê jî guhdarî nekin. 

Niha rewşa gelek jin û ciwanên Kurd wisa ye. Dixwazin xwe ji bo Rêbertiya xwe feda bikin. Jixwe dema di sala 1999’an de dema li dijî Rêberê Gelê Kurd komplo pêk hat ji keçeke Kurd a 13 salî heta dayikeke 65 salî herkes ketibû nava çalakiyên fedayî. Ya rasttir dema mijara gotinê Rêbertî be ciwan û jinên Kurd li kesî guhdarî nakin. Jixwe Tevgara Azadiya Kurd jî gelek caran ji raya giştî re eşkere kir ku dema Rêbertî dibe mijara gotinê ciwan û jin li wê guhdarî nakin. 

Hikûmeteke ku destûra hevdîtina bi malbat û parêzerên re nedê Rêberê vî gelî, bangên di vê mijarê de li ber çavan negire ji aliyê siyasî ve tu aliyên wê yên cidî werin girtin, nemaye. 

Desthilatdariya AKP’ê li dij gelê Kurd şerekî giran ê psîkolojîk dimeşîne. Ev dikare ji bo hikûmeta AKP’ê bibe rêbazeke şer. Lê belê ev kirinên neyînî yên li dij Rêbertiya wan ji bo Kurdan û Tevgera Azadiya Kurd sedema şer e, her wiha heger şerek hebê jî sedeme ku ev şer qat bi qat were bilind kirin. 

Li gor ku dewleta Tirk vê rastiyê dizane, bi helwesta nîşan dide, radixe ber çavan ku dawî li polîtîkayên şer nayîne. Li gora ku Tevgera Azadiyê jî wê serî li dij van êrîşên teslîmgirtinê natewîne diyar e ku wê rewşa şer a demdirêj xwe ferz bike. Ji xwe polîtîkaya dimeşîne ev e. 

Dewleta Tirk ku li hundir polîtîkayên çewisandinê li dij Kurdan dimeşîne, polîtîkaya wê ya li dij Kurdên derve jî polîtîkaya şer û perçiqandinê ye. Polîtîkaya der barê Rojava de tê wateya derbaskirina Rojava a polîtîkayên li Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Dagirkeriya Cerablûsê encameke vê polîtîkayê ye. Hetana niha ji jiyana li kêleka DAIŞ a li Cerablûsê kêfxweş bû; kengî Minbic ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hate standin, DAIŞ hate dorpêç kirin, Cerablûs kete bin dorpêça Hêzên Sûriyeya Demokratîk; dewleta Tirk kete tevgerê. Dema dît ku DAIŞ wê bê bandor bibe tevî hêzên hevkarê xwe berê xwe da Cerablûsê. Nedixwest Cerablûs bikeve destê dostê Kurdan. Vekirî dibêje ew destûrê nade ku Kurd li Sûriyeyê bibin xwedî hêz û bandor. Ji vê zelaltir delîlek a dijminatiya dewleta Tirk a li dij Kurdan nîşan bide, heye gelo? Hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî di nav de heger hemû Kurd vê rastiyê nebînin ji bo wan êdî gotinek a werê bilêvkirin jî nema ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA