'Yekane qada jiyanê ya ciwanên Kurd çiya ye'

Akîf Yilmaz ê ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye diyar kir, yekane qada jiyanê ya ciwanên Kurd çiya ye.

Gerîla Akîf ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makû ye. Zilma ku dewleta Îranê li malbata wî kir, qebûl nekir û tevlî nava refên gerîla bû. Akîf got, "Dewletê bi her awayî zilm li me dikir. Min nikarîbû vê qebûl bikim. Bi hinceta ku alîkarî daye hevalan, bav û kekê min girtin. Ji ber vê yekê, di emrekî biçûk de min karê qaçaxçitiyê kir û bi vî rengî debara malbata xwe kir."

Gerîla Akîf anî ziman, mîna gelek malbatên Kurd ên li Makûyê, rewşa aboriyê ya malbata wî jî gelekî nebaş bû û da zanîn, ku wan debara xwe bi qaçaxçitiyê dikir. Gerîla Akîf da xuyakirin, ku piştî bav û kekê wî hatin girtin, vê carê wî bi xwe dest bi karê qaçaxçitiyê kiriye û diyar kir, zexta dewletê piştî girtinê jî neqediya ye, lewma wî nikarîbû xwe li vê rewşê rabigire.

Akîf Yilmaz got, "Di dema qaçaxçitiyê de min ehval nas kir. Sekna wan, nêrîna wan gelekî bandor li min kir. Min ew çiqasî didît, hîn bêhtir bandor li min dikirin. Dema min jiyana wan hinekî ji nêz ve şopand, min ji xwe re got, jiyana were jiyîn li vir e. Bi vî rengî min biryara tevlîbûnê da."

DIVÊ BIBIM MÎNA AKÎF YILMAZ

Akîf piştî ku tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, navê yek ji kadroyên destpêkê yê PKK'ê Akîf Yilmaz rakir û got, "Hevalê Akîf hevalekî ji Serhedê bû. Bi fedekarî û durustiya xwe ve, gelek mîrate ji me re hişt. Weke ye ji şopdarên wî, li van çiyayan çi pêwîst be ez ê wê bikim û hewl bidim layiqî navê wî bibim."

YEKANE QADA JIYANÊ YA CIWANÊN KURD ÇIYA YE

Akîf da xuyakirin, ku ew li ku di bin bila bibin, heta ku zîhniyeta dewletê bi vî rengî be, wê jiyan li wan heram be û got, "Ji ber vê yekê, ji bo parastina hebûna xwe, ji bo bi destxistina azadiya xwe divê mirov şer bikin. Yekane cihê ku mirov dikare vê bikin jî çiya ne."

Akîf herî dawî banga tevlîbûnê li ciwanên Kurd kir û got, "Ez ji vê derê bang li hemû ciwanan dikim. Dem dema têkoşînê ye. Eger em li pêşberî van kiryaran bêdeng bimînin, dîrok wê me efû neke. Ji ber vê yekê, divê ciwan ji bo azadiyê berê xwe bidin çiyê."