Tevgera Ciwanan a Şoreşger û Welatparêz (YDG-H), li ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de daxuyaniyeke nivîskî weşand. YDG-H di daxuyaniya xwe de got, "Em soz didin; em ê hêvî û xeyalên Tahîr Elçî li Kurdistanê bi cih bînin."
YDG-H diyar kir ku êrîşa li hemberî Tahîr Elçî ne êrîşa destpêkê ya li Kurdistanê ye û ji malbata Elçî û gelê Kurd re sersaxî xwest.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bêguman ev êrîş ne ya destpêkê ye. Di dîroka me ya têkoşînê de, Rêberê me yên gel ên li Kurdistanê têkoşîna demokratîk meşandin, ji aliyê rejîmên mêtînger ve hedef hatin girtin. Ji Vedat Aydinan heta Mehmet Sîncar û Apê Mûsayan gelek parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Kurd, bi tenê ji ber ku bi rêbazên demokratîk û aştiyane têkoşiyan, bi xayîntî hatin qetilkirin. Tahîr Elçî jî weke kesayetekî pêşeng ê têkoşîna demokrasiyê ya bi Vedat Aydinan re destpê kir, mafên rewa yên gelê Kurd li her zemînê bêyî tirsê, bi cesaret heta dawiyê parastiye."
Di daxuyaniyê de hat bal kişandin ser êrîşên li hemberî gel û hat gotin, "Ev êrîşa li dijî Tahîr Elçî, dewama konsepta şer a heyî ye."
EM Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN LI BER XWE BIDIN Û BERSIVÊ BIDIN
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser van xusûsan:
"Rejîma faşîst a AKP'ê her kesên alîgirê demokrasî û azadiyê hedef digire. Tevahiya ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê, bêyî dereng bimînin divê li dijî vê rejîma hov û dijberê mirovahiyê, rabin ser piyan. Li pêş çavan e ku bêyî berxwedanê jiyaneke azad nepêkan e. Ev rejîma bê exlaq û lîderê wê Tayyîp Erdogan heta ku hebin, wê aştî neyê Kurdistanê, wê gav bi gav şer û komkujiyên mezintir li ser gelên Anatolî û Mezopotamyayê werin ferzkirin.
Ev konsepta şer a li dijî Tahîr Elçî, weke parçeyek ji konsepta vî şerî, ji bo çavtirsandian welatparêzan e. Weke Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê em ji van gef û komkujiyan natirsin, divê dost û dijmin her kes vê bizanibe. Weke YDG-H em ti qedexeya derketina derve nas nakin û em îlan dikin ku li dijî her şêwe êrîşên li hemberî gelê me, em ê bi xurtkirina serhildan û berxwedanê re bersivê bidin."