YBŞ ve YPJ-Şengal: PKK’ê bi parastina Şengal û gelê me rûmeta mirovatiyê parastiye

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “PKK’ê bi parastina Şengal û gelê me rûmeta mirovatiyê parastiye.”

Fermandariya YBŞ/YPŞ Şengal bi daxuyaniyeke nivîskî 37. Salvegera Damezrandina PKK’ê pîroz kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “PKK’ê bi parastina Şengal û gelê me rûmeta mirovatiyê parastiye.”

Fermandariya YBŞ û YPJ Şengal bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Fermandariyê diyar kir ku têkoşîna berî niha bi 37 salan komeke xwendekarên zanîngehê dan destpêkirin di roja me de gihiştiye mîlyonan û got: “37. Salvegera Damezrandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo û gelê Kurd li tevayî mirovatiyê pîroz be.”

Fermandariyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku têkoşîna PKK’ê ji mirovatiyê û azadiyê re xizmet dike û di pêşketina demokrasiya di nav gelan de pêşengiyê dike, wiha berdewam kir: “Ji Kerkûkê heta Kobanê, ji Efrînê heta Mexmûrê bi şkandina tevahî çeteyên DAIŞ’ê, ji êrîşên li dijî Şengalê yên 3’ê Tebaxê 2014’an bi hezaran mirovên gelê me parastiye. Têkoşîna PKK’ê ji mirovatiyê û azadiyê re xizmet kiriye û di pêşxistina demokrasiya di nav gelan de pêşengtî kiriye. Di roja me de têkoşîna PKK’ê ya ku li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo pêş dikeve li ber çavan e. Bi vê têkoşînê ve mirovatî li hember aliyên paşverû yên pêkanînên hov ên kapîtalîzmê û feodaltiyê parastiye û ev jî ispat kiriye. Bi şoreşa Rojava jî ev bi ser xistiye. Di berxwedana Şengalê de jî bi têkoşîna hêzên leşkerî yên PKK’ê, gerîlayên HPG’e û YJA Star li hember cenewarê DAIŞ’ê yê kapîtalîzma wehşî li Rojhilata Navîn xuluqandî îspat kiriye ku gelê Rojhilata Navîn li hember parastî ye û tevahî êrîşên hov şkandî ye. Ji Kerkûkê heta Kobanê, heta Efrîn û Mexmûrê tevahî êrîşên DAIŞ’ê şkandî ye, ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovatiyê li hember Şengalê, 3’ê Tebaxê 2014’an pêk anîn, bi hezaran mirovên gelê me parastî ye. Bi parastina Şengal û gelê me, PKK’ê rûmeta mirovatiyê parastî ye. Û di 3’ê Tebaxê de têkoşîna ji bo gelê me û Şengalê raber kiriye, roja 13’ê Mijdarê bi azadkirina Şengalê ve gihandiye serketinê. Îro bi têkoşîna berxwedanê ya PKK’e pêş dixe, çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin, şkestin û êdî li hember gelên Rojhilata Navîn nema karin bibin tehdît.”

Di berdewama daxuyaniya Fermandariya Şengalê ya YBŞ/YPJ de hat diyarkirin ku wê têkoşîna şehîdên şoreşê bê bilindkirin, ev hatin gotin: “Bi vê boneyê em careke din 37. Salvegara damezirandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo û gelê Kurd, li tevahî mirovatiyê pîroz dikin. Û bi bîranîna şervanên azadiyê yên di vê têkoşînê de gihiştine şehadetê, em soza mezinkirina têkoşîna wan didin.”