YBŞ: Em berxwedanê mezin bikin; Rêber Apo û Kurdistanê azad bikin

Fermandariya YBŞ'ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê kir. Fermandariyê got, "Divê gelê me li her cihê lê ye têkoşînê heta serketinê xurt bike."

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî de bang li tevahiya Kurdan bi taybetî jî civaka Êzidî hat kirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi berxwedana Rêber Apo û gelê me re komplo hat pûçkirin, bê encam ma. Roj êdî roja ewlekirina azadiya Rêber Apo û gelê me ye. Dîrokê ev firsend daniye pêşiya me. Her kesê ji xwe re dibêje 'Ez Kurd im, ez dixwazim bi awayekî azad bijîm' bi mezinkirina berxwedanê re berpirsyar e."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Zîhniyeta di sala 1999'and e li hemberî Rêber Apo komplo pêk anî û ya di sala 2013'an de li Şengalê ferman bi serê Êzidiyan de anî heman zîhniyet e. Ev zîhniyet îro jî dixwaze li Cizîr, Sûr û Rojava Kurdan tine bike.

Lê belê divê her kes zanibe, gelê Kurd ê li hemberî vê zîhniyeta tarî, li hemberî van kujerên dijminê mirovahiyê li ber xwe dide, wê di sala 18'an de azadiya Rêber Apo û gelê Kurd ewle bike. Wê van dişminên mirovahiyê bişîne ser sergoyê dîrokê.

Bi taybetî civaka me ya Êzidî divê li her cihê lê ye li hemberî komployê bisekine û li dora Rêber Apo bicive. Weke hêza parastina Êzidiyan YBŞ, em vê bi awayekî vekirî dibêjin; Li dijî vê tarîtiya ji bilî mirin û zilmê tiştekî din rewa nabîne, li dijî dijminê Kurdan û li dijî zîhniyeta dijminê mirovahiyê em ê heta dawiyê têbikoşin. Girîng e gelê me jî li her deverê têkoşîna xwe heta serketinê mezin bike. Li ser vê bingehê em komployê û zîhniyeta komplogeran careke din bi hêrs şermezar dikin û soz didin heta azadiya Rêber Apo û gelê me, em ê têbikoşin."