YBŞ'ê nasnameya şervanekî xwe yê jiyana xwe ji dest da aşkera kir
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku Mirad Kimo di 26'ê Mijdarê de li navenda Şengalê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku Mirad Kimo di 26'ê Mijdarê de li navenda Şengalê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê Feysel Seîd Mirat Kimo yê di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand.
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku Mirad Kimo di 26'ê Mijdarê de li navenda Şengalê ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest daye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevalê me Feysel yek ji wan hevalên me bû, ku di pêngava azadkirina Şengalê û pêngava li gundên Şengalê de li refên herî pêş cih girt û têkoşîya. Bi sekna xwe ya dilnizm û kamil, bi tevlîbûna xwe ya fedekarî û bi sekna xwe ya biryardarî, hevalê Feysel milîtanekî mînakdar bû. Yek ji şehîdên me yên pêngava azadkirina Şengal û gundên wê ye. Hevalên me Feysel ê di têkoşîna azadkirina Êzîdxana pîroz de cih girt, li ser şopa Berxwedanan, Binevşan, Bêrîvanan û Sîpanan meşiya û bû berxwedêrê hilanîna tola 74 komkujiyan. Hevalê me Feysel ku di vê berxwedanê û azadkirina Şengalê de di refên pêş de beşdarî pêngavê bû, duh li navenda Şengalê ji ber qezayekê tevlî karwanê şehîdan bû."