YBŞ'ê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin, di 7 Hezîranê de ji ber qezayekê 2 hevrêyên wan jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê, nasnameya du şervanên xwe yên ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. 

Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Em wekî Fermandariya YBŞ'ê soz didin şehîdên xwe heya dawiyê em ê  şopdarê rêya wan bin. Ji bo xeyal û daxwazên wan ên  avakirina Şengalek azad em ê hîn zêdetir bixebitin.

Bila dijminê Êzdîxanê baş zanibin; îrade û hêza Êzidiyan heye û wê YBŞ axa pîroz a Êzdîxanê rizgar bike.

Li ser navê Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê em ji malbatên xwe yên giranbiha re sersaxî dixwazin û di şexsê her du şehîdan de em soza xwe dubare dikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya her du şervanên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:

Nasnav: Rêbaz Tilkesap
Nav û paşnav: Îsmaîl Brahîm 
Navê Dayikê: Delîla Xidir Brahîm
Navê bav: Brahîm 
Dîroka şehadetê: 7'ê Hezîrana 2016 / Şengal

Nasnav: Xebat Çavreş
Nav û paşnav: Mehmet Karakaş 
Navê Dayik: Besîre
Navê bav: Sefer
Dîroka şehadetê: 7'ê Hezîrana 2016 / Şengal

...