Yahya Orhan pêşwazîkirina rojê ji me re hişt

Yahya Orhan pêşwazîkirina rojê ji me re hişt

Rûpelên rojimêrê tu carî ne ji bo Kurdan û ne jî jib o çapemeniya azad a Kurdan vala derbas nabe. 32’ê tîrmehê jî yek ji van rojan e. nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Êlihê Yahya Orhan ê ku got; “Min pêşwazîkirina rojê ji we re hişt” beriya 20 salan weke îro di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin û nave wî di nava ket nava ku dîroka çapemeniya Kurd wan ji bîr nake…

Yahya Orhan yek ji wan ên ku digotin ‘ji rastiyan tu carê tawîz nayê dayîn” bû. Yek ferdên dîroka berxwedana bi xwînê hate nivîsandin Orhan, îro jî di nava şehîdên çapemeniya Kurdan a azad de ye. Wêneyên wî di nava albumên şehîdan ên çapemeniyê ya buroya Ozgur Gundemê ya Êlihê ye. Ne tenê li buroya Ozgur Gundemê ya Êlihê ye. Navê wî jî di nava kesên ku vê destana dîrokî ya ji bo vî gelî û mirovahiyê nivîsandine de ye…

Gava salnameyê ji dîrokê 31’ê Tîrmeh 1992 nîşan dida, li Kercosiyê, tisonekên xwe di tarîtiya şevê de vedişartin, dan ber taviya gulleyan Yahya Orhan. Ew di nava xwînê de bi bejn û bala xwe ve di tarîtiya şevê de raket.

Rojnameya Ozgur Gundem her tim li rastî zextan dihat, lê di her firsendekê de dîsa dinivîsand û tu carê dest jê bernedida, ji bo şehîdên xwe dinivîsand. Divê bihata nivîsîn, da ku em îro mîrasê ji me re maye, nirx û wate ya wê bizanin.

EV DÎROK A ME YE

Ew rojnameyek pir mezin û bêhempa ye. Bi keda hezaran rojnamevanên Kurd a ku nayê jibîrkirin, derdikeve û her tim rojane ye. Ev 20 sal in bi fedekarî, rûkenî û kedek mezin, mîna xalîçeyek rengîn a bi sebrê tê raçandin e… Ev fedekarî, ev dîroka bi vê fedekarî û kedê hatiye nivîsandin a me y e. Îmzeya yek ji kesên ku di nava van rêzikên nivîsa dîrokê de ji me re nivîsandine, Yahya Orhan heye.

Yahya Orhan bi gotina “Min pêşwazîkirina rojê ji we re hişt”, gihişt me. Ew ne tenê rojnamevanek ku tenê nûçeyan çêdikir bû. Ji wê zêdetir, di nava Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de mirovek berpirsyar û bi wijdana xwe tevdigeriya. Ew di heman demê de parêzvanê mafê mirovên şehîd bû…

AŞKERENEKIRINA KIRYARAN ŞERMA VÎ WELATÎ YE

4’emîn Dadgeha Îdareyî ya Stenbolê 31.01.2000 û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) 16.03.2000 dewletê weke berpirs destnîşan kiriibûn. Di navnbera salên 1990-2000 bi dehan nûçegihan, belavkar, nivîskarên Kurd hatin qetilkirin, lê di ware darazî de tu pêşketinek çênebû. Ev yek jî şerm û eyba li stûyê dîroka vî welatî ye.

Ev kuştinên bê daraz gelek caran bûne rojeva dadgehan, di lêkolîn û raporan d ecih dane wan, lê heta niha tu carê berpirsên li pişt van kuştinên bê daraz, çeteyên dewletê yên ku dewletê bi wana van kuştinan dida kirin, nehatine aşkerekirin û di vî warî gavek bi qasî serê derziyê nehatiye avêtin û ev kuştin hemû weke “faîlî meçhûl” ango “kuştinên kiryar nediyar” ma…

EM JI BÎR NAKIN...

Em careke din daxwaz dikin ku ev kuştinên kiryar diyar bêne ronîkirin û em ji dil û can şehîdên xwe yên ku vê dîrokê nivîsandine bi bîr tînin:

Cengiz Altun… Hafiz Akdemir… Yahya Orhan… Huseyin Deniz… Musa Anter… Kemal Kiliç… Ferhat Tepe… Namik Tarancı… Mehmet Şenol… Adnan Işik… Orhan Karaagan… Seyfettin Tepe… Çetîn Abayay… Hasan Aydin… Yalçın Yasa… Mehmet Sancar… Nazım Babaoglu… Serhat Tepe… Zulkuf Akkaya… Haşim Yasa… Mehmet Zekî Aksoy… Macit Akgun... Burhan Karadeniz… Esen Aslan… Nesrîn Teke… Bahattin Karakutuk… Ersîn Yildiz… Gurbettelî Ersoz… Metin Alataş… Mazlum Erencî… û mirovên xweşik ên ku me navên wan nenivîsandine…