'Ya li Rojava û Şengalê li ber xwe dide ruhê 14'ê Tîrmehê ye'

Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr diyar kir ku 14'ê Tîrmehê berxwedaneke rojane ye li qadên siyasî vîna xwe diparêze û ber bi serketinê ve diçe.

Endama Koordînasyona KJK'ê Esma Semsûr diyar kir ku 14'ê Tîrmehê berxwedaneke rojane ye li qadên siyasî vîna xwe diparêze û ber bi serketinê ve diçe. Semsûr destnîşan kir ku ya niha li Rojava, Kerkûk û Şengalê li ber xwe dide ew ruh e û got, "Ji aliyê me Kurdan ve ev nasnameyeke dîrokî ye. Jinên Kurd hêza xwe ya şerkirinê ya li dijî DAIŞ'ê ji vê rastiyê digirin."

Endama Koordînasyona  Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Esma Semsûr, diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê û mîrateya dîrokî ya jina li ber xwe dide, xwe dispêre 14’ê Tîrmehê û got: "Di berxwedana 14’ê Tîrmehê de di şexsê hevala Sakîne Cansiz de xeta jina azad berxwedanek mezin nîşan daye. Hevala Sara bêyî tirs tûf li rûyê Esat Oktay kir û got ez teslîm nabim. Di şexsê wê de xeta PKK’ê û azadiya jinê şênber dibe."

'BI DARBEYA 12’Ê ÎLONÊ RE XWESTIN PÊŞÎ  LI PÊŞKETINA TEVGERÊ BIGIRIN'

Endama Koordînasyoan KJK’ê şert û mercên sala 1982’ê û bandora wê ya li ser gel nirxand û got: "Êrîşên wê demê ji bo tinekirina gel bû. Di 1978’an de PKK hat îlankirin û kongreya damezarandinê pêk hat. Di demek kurt de di alî kadrobûyînê de pêşketin çêbûn. Beriya darbeya 12’ê Îlonê PKK’ê pêşketinek mezin pêk anî.  Li Riha, Mereş, Meletî, Semsûr, Dêrsim, Amed, Êlihê bi pêş ket. Di vê pêvajoyê de jin jî berxwedanên mezin nîşan didin. Beşdarî têkoşîna çekdarî dibin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê şert û mercên şoreşa bi kok dertên holê. Beriya 12’ê Îlonê komkujiya Mereşê pêk hat. Tevî vê komkujiyê li Kurdistanê serhildan hebûn. Di heman pêvajoyê de dihat xwestin ku têkoşîna gerîla jî bê destpêkirin. Di pêvajoya komkujiya Mereş û 12’ê Îlonê de dixwestin rêveberiyek teng îlan bikin. Tevgera me bi pêşniyara Rêbertiyê re bi tedbîr dikeve pêvajoyê. Kadoriyên xwe dikişîne Rojhilata Navîn. Li Fîlîstînê pêvajoya perwerdê dest pê dike. Li seranserê Kurdistanê di 12’ê îlonê de girtin hatin jiyîn.  Gelek kes xistin zindanan. Rêbertiya me di 1979’an de derbasî Rojava bû.  Li wir hem rêxistinbûn û hem jî xebatên perwerdeyê meşand."

'DIXWESTIN PKK’Ê BIQEDÎNIN'

Semsûr anî ziman ku sedema girtin îşkenceyan ev bû ku darbeyên li hişmendiya azadiya Kurd bixin û got: "Lê li zindana Amedê pîvanên berxwedana PKK’ê hatin afirandin. Di vê demê de rola Sakîne Cansiz pir bû. Armanca esas ev bû ku hişmendî û ruhê azadiyê tasfiye bikin. Dixwestin Kurdên xwedî hişmend tasfiye bikin. Partiyê kongre û konferansên xwe pêk anîn û ji ber rêxistina nû vegerên welat destpêkirin. Di 12’ê Îlonê de bi girtina koma hevalên Kemal Pîr re dewlet vê ferq dike. Li ser vê li her derê Kurdistanê girtinan destpê kir. Nedixwestin mejiyê ku partiyê biparêze bimîne. Lê di şexsê hevala Sakîne Cansiz de xeta berxwedana jina Kurd û berxwedana çaran û Mazlûm Dogan hebû. Wê demê ya ku heval berhevkirin û di xeta berxwedanê de hiştin Sakîne Cansiz bû. Sakîne semboleke berxwedanê ye. Her kes di bin bandora wê de maye. Gel jî di bin bandora wê de ma."

'XETA FEDAYITIYÊ DERXISTIN HOLÊ'

Semsûr di berdewamiyê de wiha got: "Berxwedana 14’ê Tîrmehê ne tenê berxwedana şexsan e. Berxwedaneke civakî ye. Xeta berxwedana Tevgera Azadiya Kurd ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve derxist holê. Ber bi salên 1982’an ve çalakiya Hevalê Mazlûm Dogan a di Newrozê û çalakiya çaran hebû. Di şexsê van hevalan de binesaziya îdeolojîk pir xurt hatiye avakirin. Bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr berxwedana 14’ê Tîrmehê heye. Bi 6 kesan re çalakî tê destpêkirin. Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr armanca çalakiyê li dadgehê aşkera dikin. Wan dikin hucreyan û îşkenceyê li wan dikin. Lê heval dibêjin em bi mirina xwe partiyê diparêzin. Di wir de parastina PKK’ê dibe parastina jiyanê. Em îro ji vê re fedaîtiyê dikin. Her ciwanên beşdarî PKK’ê dibin, beşdarî vê xebatê dibin. Di girtîgehan de xeta fedaîtiyê derket holê."

'ROLA SAKÎNE CANSIZÊ MEZIN E'

Semsûr wiha berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de têkoşîna Sakîne Cansiz girîng e. Di şexsê wê de xeta jina azad li ber xwe daye. Hevala Sara  tûf li rûyê Esat Oktay kir û got ew ti car teslîm nabe. Di şexsê wê de xeta azadiya jinê û PKK’ê şênber bûye. Ya ku xeta teslîmiyetê şikand, berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK’ê bûn. Berxwedana 14’ê Tîrmehê cesareta bilindkirina têkoşînê afirand.

'JI BO DESTPÊKIRINA TÊKOŞÎNA GERÎLA BÛ PIREK'

Ya ku ruh da têkoşîna gerîla jî çalakiya 14’ê Tîrmehê bû. Raporên ku Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan ji rêbertiyê re şandibûn hene. Desteka ji bo Rêbertiyê û lêgerînên rêxistibûnê derdikevin pêş. Ji ber vê jî dema nêrîn, pêşniyar û destek tên xwendin, di esasê xwe de çawa ber bi 14’ê Tîrmehê çûn, bi çi pîvanan hatiye amadekirin, mirov dikarin bi rehetî bibînin. Hevalê Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Hayrî Dûrmûş û hevalên din, di têkoşîna gerîla de rokeke mezin lîstine.

'MEZINAHIYA BERXWEDANÊ XWE DISPÊRE DÎROKÊ'

Berxwedana 14’ê Tîrmehê maya têkoşîna Azadiya Kurd ava kiriye û niha li Rojava, Kerkûk, Şengalê bi vî ruhê berxwedan tê meşandin. Ji destpêka têkoşînê heta niha di hemû beşdarbûnan de ruhê berxwedana zîndanan heye. Bersiva îro di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de hatiye dayîn, ji ruhê 14’ê Tîrmehê tê. 14'ê Tîrmehê berxwedaneke rojane ye li qadên siyasî vîna xwe diparêze û ber bi serketinê ve diçe. Ya niha li Rojava, Kerkûk û Şengalê li ber xwe dide ew ruh e. Ji aliyê me Kurdan ve ev nasnameyeke dîrokî ye. Jinên Kurd hêza xwe ya şerkirinê ya li dijî DAIŞ'ê ji vê rastiyê digirin."