Xwişk û birayê dildarên azadiyê piştî 14 salan li Rojava hev dîtin!

Xeyrî Garzan û Fîdan Garzan. Yek jê bi salan li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir, ya din jî berî sê salan tevlî şoreşa Rojava û cihê xwe di nava YPJ'ê de girt. Xwişk û bira piştî 14 salan bi rengekî surprîz li xaka Rojava hev dîtin.

Xeyrî Garzan û Fîdan Garzan. Yek jê bi salan li çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir, ya din jî berî sê salan tevlî şoreşa Rojava û cihê xwe di nava YPJ'ê de girt. Xwişk û bira piştî 14 salan bi rengekî surprîz li xaka Rojava hev dîtin.

XWIŞK Û BIRA LI SER XAKA ŞOREŞÊ HEV DÎTIN

Xeyrî, demeke dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de cih girt û li herêmên herî zehmet ên erdnîgariya Kurdistanê li Garzan, Botan û Zagrosan di nava refên gerîla de li dijî serdestên faşîst têkoşiya. Fîdan a ku li ser banga seferberiyê cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girt, li nava refên YPJ'ê gelek caran li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. Xeyrî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ji aliyekî ve zarokên Botanê yên ji neçarî li penaberiyê dijîn perwerde dike, li aliyê din li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Mexmûrê di nava refên berxwedanê de cih digire. Şervana YPJ'ê Fîdan, dema di pêngava Holê ya QSD'ê de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dikir, ji ber êrîşa fuzeya çeteyan ji dewleta Tirk wergirtin, ji her du lingên xwe birîndar bû û tedawiya wê dewam dike.

Xeyrî, di sala 2003'an de yanî salek beriya tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibe, ji ber ku li metropolên Tirkiyeyê bû xwişka xwe nedît. Piştî 14 salan, li xaka Rojava xwişka xwe dît.

'BIKENE, BILA MIRIN LI BER XWE BIKEVE'

Di sala 2007'an de li Garzanê, ji ber xiyanetekê, 7 hevrêyên Xeyrî jiyana xwe ji dest da. Xeyrî ji bo xiyaneta hatiye kirin neyê ji bîrkirin û rewşa piştî vê bûyerê mayînde bike, pirtûkek bi navê "Bikene, bila mirin li ber xwe bikeve" nivîsand.

Di beşa gotina dawî ya pirtûkê de wiha tê gotin: "Li hemberî mêtîngeriya wehşî û bûyerên xwezayî yên bêeman, navê têkoşîna bi vîn û baweriyê ya ji hêza mirovan mezintir e 'Bikene, bila mirin li ber xwe bikeve'. Pirtûkeke ku bê bêhnvedanê dikare were xwendin. Bi xwendinê re hûnê bibînin wê milîtanekî Apoyî çawa ji jiyanê, ji gel, welat û mirovahiyê hez dike ku dikare di oxira wê de xwe feda bike. Wê bê dîtin, ku milîtanê Apoyî çawa nirxan dafirîne. 'Bikene, bila mirin li ber xwe bikeve' ji nava rastiya jiyanê ya li Kurdistanê herikiye û veguheriye berhemekê. Gelek tiştên li ser mirovahiyê radixe pêş çavan."

'DI SALA 2008'AN DE DEMA EM ÇÛN GUND, ME DIGOT BILA ZAROK NEBÎNIN'

Kekê wê Xeyrî dema beriya 14 salan tevlî nava refên gerîla bû, Fîdan hînê 3 salî bû. Di sala 2008'an de weke gerîlayekî çû gund, lê pê nehesiya bû. Xeyrî wê kêliyê bi vî rengî vedibêje, "Em weke komekê çûn gund. Em çûn mala me jî. Lê belê berî em bikevin nava malê, me ji malê xwest zarok me nebînin. Ji xwe Fîdan wê çaxê hînê zarok bû. Ya rast hînê li pêş çavên min zarok e. Lê ew êdî ne Mizgîn e, ew Fîdan e û hevrêya min e."

Fîdan jî bi hesreta bi salan, kekê xwe yê bejn dirêj hembêz dike.

Xwişk û bira bi saetan li hev rûniştin, bi hev re axivîn û piştre li ser vê xaka şoreşê, dest bi rêwîtiyê kirin. Ji xwe xeyala Xeyrî bû, li parçeyekî azad bigere û encamên şoreşê bibîne.

...